4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2’yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bidawî bû

2’yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê ku ji aliyê Komeleya Ekolojiyê ve hatibû lidarxistin. Bi beşdarbûna gelek temaşevanan her sê fîlmên ku beşdar bûbûn bi baldarî hatin temaşekirin  

Komeleya Ekolojiyê ya duyemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê li dar xist. Temaşekirina Fîlman li pêşdibistana Zarok Ma’yê li taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin. Di roja dawî ya pêşandanê de her du fîlmên Etna Ozbek ê bi navê “Nosema” û “Sar” ên ku ji aliyê derhêner Adar Baran Deger ve hatibûn amadekirin û fîlmê “Deng û kilît” ê ji aliyê Îlham Bakir ve hatibû amadekirin, hatin temaşekirin. Piştî ku Fîlm bi dawî bûn derhêner Îlham Bakir û Omer Leventoglû gotûbêjek li ser amadekirina fîlmên xwe kirin.

Mijara fîlman

Çîroka fîlmê sermayê wiha ye: “Di fîlm de jineke du canî û hevjînê wê her çiqas hewl didin ji cihê ku lê dimînin biçin cihekî ewle, lê dikin nakin ji ber sermayê nikarin biçin tu cihî. Ji ber ku xaçeriya erdnîgariya lê dimînin ji bo derketinê ne guncav e.

Fîlmê Nosema, jî behsa hefteya dawî ya jiyana Hûrmûz û Şimonî Dîrîl ya li gundê wan dike, Gundê Meer, yek ji gundên Keldaniyan ê li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê ye.  Beriya ku Hûrmûz û Şimonî bên revandin li wir jiyane. Her wiha gelek caran hewl dane ku biçin gundê xwe lê dewletê rê nedaye wan ku li gundê xwe vegerin.

Fîlmê Dengê Kilîtan, jî bi hevaltiya du zarokên ku yek Ermenî û yek jî Kurd e, dest pê dike. Ev fîlm qala zilma dewletê ya li ser ermeniyan û kurdan dike. Ev her du zarok mezin dibin, pîr dibin û bi tenê dimînin.”