3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îsraîlê çi bandorê li Rojhilata Navîn dike?

Welîehdê Erebistana Siûdî daxuyand ku normalzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de nêzîk bûye. Gelo dê ev normalîzekirin bandorê li dozên herêmê, bi taybetî pirsgirêka Filistînê bike?

Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman di pevpeyvînekê de ji kenala Fox News a Amerîkayê re got, dan û standinên normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re didomin û daxuyand ku ew roj bi roj nêzî normalîzekirinê dibin.

Welîehdê Erebistana Siûdî anî ziman ku eger rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden di pêkanîna lihevkirinekê navbera Siûdî û Îsraîlê de bi ser bikeve, hingî wê ev peyman a herî mezin ji dema bidawîbûna şerê sar (1947-1991) ve be. Her wiha anî ziman ku lihevkirinên ku dê çavrê ye bi DYA′yê re pêk werin wê ji bo her du welatan û ji bo ewlehiya herêmê û cîhanê bi fêde bin.

Riya ber bi normalîzekirinê ve

Di 11′ê Îlonê de şandeya Îsraîlê beşdarî civîna UNESCO′yê bû ku li Riyadê hatibû lidarxistin. Ev serdana yekemîn a aşkera ya Îsraîlê ji bo Erebistana Siûdî bû.

Di 8′ê Îlonê de jî Erebistana Siûdî di kongreya têkildarî ewlehiya Sîber de pêşwaziya şandeyeke Îsraîlê kir ku ji 12 karsazên îsraîlî pêk dihat. Kongre li bajarê Demamê (paytexta petrola Kendavê, sêyemîn mezintirîn bajar li Erebistana Siûdî) pêk hat.

Di Tîrmeha îsal de jî, tîma Îsraîlê beşdarî Şampiyoniya Lîstikên Elektronîkî ya FIFA′yê bû, ku ji 6 heta 19′ê Tîrmehê ve ji aliyê Riyadê ve hat lidarxistin.

Di Gulana borî de medyaya Îsraîlê ragihandibûn ku rojhilatnasa ji Îsraîlê  Dr.Nîrît Ofir di kongreya ewlekariya Rojhilata Navîn de, ku li Riyadê ve hatibû organîzekirin,  semînerek da.

Par jî di dema gera serokê DYA′yê Jeo Biden li Rojhilata Navîn de, Erebistana Siûdî  qada xwe ya hewayî ji balafirên Îsraîlê re vekir û balafira Biden ji balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê rabû li balafirgeha Cedayê ya Erebistana Siûdî daket da ku dan û standinan bi rayederên siûdî re pêk bîne. Lê Erebistana Siûdî ev yek ku wekî gaveke ber bi normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re hatibû nirxandin, derewand.

Li gorî çavdêran,  ji dema îmzekirina Peymana Birahîm ve ku di Îlona 2020′î de bi sponseriya DYA′yê di navbera Îsraîl û welatên Ereb de pêk hatibû, normalîzekirina Erebistana Siûdî-Îsraîlî gaveke dihat texmînkirin . Her wiha çavdêr diyar dikin ku normalîzekirina têkiliyên Siûdî û Îsraîlê wê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn, bi taybetî doza Filistînê bike.

Gaveke ku dihate texmînkirin

Lêkolîner, mamosteya alîkar a li zanîngeha Amerîkî ya  li Îmaratê Dr. Necat El Seîd a ji Erebistana Siûdî got, normalîzekirin an avakirina têkiliyên navbera Erebistana Siûdî û Îsraîl ji dema Peymana Birahîm ve dihat çavdêrîkirin.

Dr. Necat El Seîd her wiha anî ziman ku ji ber faktorên siyasî û olî yên mezin ku ji bo Erebistana Siûdî xwedî rol in, her wiha ji ber astengiyên navxweyî yên aliyê qad û hejmara niştcihan de yên li pêşberî Erebistana Siûdî normalzekirina têkiliyên Erebistana Siûdî  û Îsraîlê dihat paşxistin.

Li gorî lêkolîner Necat El Seîd, aliyê aborî û razimanî yê peymanên Birahim di tevahî astan de gelek serkeftî bûn û got, dibe ev jî yek ji sedemên normalîzekirineke muhtemel a Erebistana Siûdî ya bi Îsraîlê re be, lê bi şert ku normalîzekirin bi çareserkirina pirsgirêka Filistînê ve neyê girêdan.

Necat El Seîd bi berdewamî got: “Her wiha Erebistana Siûdî ji bo xweparastinê hewl dide hêza xwe ya leşkerî xurt bike û bernameya xwe ya nukleerî ya sivîl pêş bixe. Ev yek li gorî nêrîna wê ya 2030′î de ye. Welîehdê Siûdî ragihandibû ku eger çekên nukleerî li cem Îranê hebin hingî wê Erebistana Siûdî jî neçar bimîne bibe xwedî heman çek. Ev dide diyarkirin ku çeka nukleerî ne armanca sereke ye, lê pêwîstiyeke stratejîk ji bo parstinê.”

Têkildarî bandorên normalîzekirina têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê li ser herêmê lêkolîner Dr. Necat El Seîd ev nirxandin kir: “Bi vê gavê re dê rûpela dirûşm û hestan a di çareserkirina pirsgirêkan de were tewandin. Di heman demê de dê pragmatîzm û berjewendiya aborî bibin faktorên sereke yên sazkirina biryarên siyasî. Tevahî nîşane îsbat dikin ku têkiliyên diplomatîk ên di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de dê pêk werin, lê gelowê  ev têkilî siyasî bin an aborî bin? Beriya temambûna normalîzekirinê du daxwazên Erebistana Siûdî hene, yek navxweyî girêdayî leşkerî ye û ya din herêmî girêdayî doza Filistînê ye.”

Helwesta Filistînê

Lêkolînerên têkiliyên navneteweyî yê ji Filistînê Cemîl Adî bal kişand ser helwesta Filistînê ji têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê û diyar kir ku Filistînî têkildarî normalîzekirina navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê di rewşeke aloz de ye.

Cemîl Adî got: “Ji ber dagirkeriya Îsraîlê an ji ber parçebûnê li Filistînê, rewşa Filistîn ne baş e. Ji ber vê yekê divê Filistînê  helwestekê der barê normalîzkirina Siûdî-Îsraîlê de bigire, divê helwest stratejîk û ji hemû aliyan ve plankirî be.  Helwesta Qiraltiya Erebistana Siûdî sabit e ku piştevanê doza Filistînê û bidawîkirina nakokiyên Erebî-Îsraîlê ye.  Dibe normalîzekirinê bandorê li têkiliyên Siûdî û Filistînê bike.′′

Cemîl Adî her wiha anî ziman ku Washingtonê bi hewldanên xwe yê dîplomatîk ên bi armanca normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Îsraîlê re, armanc dike hegemoniya xwe ya ewlehî, leşkerî û aborî berfireh bike, aboriya herêmê  kontrol bike û rê li ber nêzîkbûnekê Erebî-Îranê bigire, her wiha  dixwaze Rûsya, Çînê û dewletên Ewropaya ji lîstina her roleke li herêmê dûr bixe.

Cemîl Adî di dawiya axaftina xwe de got: “Dan û standinên bi sponseriya Washingtonê yên bi armanca avakirina têkiliyên xwezayî di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê re, ji bo gelê Filistînê, rêveberiya wê ya siyasî cihê elaqeyê ye, her wiha di qada erebî û navneteweyî de cihê eleqedariyê ye. Rêveberiya Filistînê vê dosyayê dişopîne û dixwaze destkeftiyeke siyasî bi dest bixe û planekê ji bo pêkanîan aştiyê, bidawîkirina dagirkeriyê û avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe ku paytexta wê Quds Şerqiye be deyne. “