9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Seyîd Evran şehîd bû

Rojnamevan, nivîskar, şoreşger û lêgerê heqîqetê Seyîd Evran ku ev demek dirêj bû bi nexweşiya dil re têkoşîn dikir, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê, lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kirin, ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li ser malpera xwe parve kirine, Seyîd Evran ku beriya niha 2 caran kriza dil derbas kiribû û hatibû emeliyatkirin, 22’yê îlonê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di nexweşxaneya dihat dermankirin de şehîd bû.

Rêveberiya YRA’yê da zanîn ku wê îro (25’ê îlonê) derbarê şehadetê de li bajarê Qamişlo li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyekê bide. YRA bang li tevahiya rojnamevanan kir ku tevlî daxuyaniyê bibin.