27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedema boykota li Başûr hevkariya PDK’ê ye

Endamê Meclisa Mamostayên Germiyanê Mamoste Arî Ezaledin, diyar kir ku sedema bingehîn a boykota wan a dibistanan hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ye.

Li Herêma Kurdistanê, ji aliyê PDK’ê ve siyaseteke qirêj tê meşandin û ev siyaset ji tu pirsgirêkeke herêmê re çareseriyê nabîne. Ji ber nêlirêtiyên ku ji aliyê malbata Barzanî û hevkarên wan ên di nav partiya wan PDK’ê de cih digirin ve tê kirin herêm ji hêla aboriyê ve di nav krîzeke kûr de ye. Piraniya dahata herêmê ji aliyê malbata Barzanî û PDK’ê ve tê desteserkirin û gelê herêmê jê bêpar tên hiştin.

Ev bêparbûn gihiştiye wê astê ku karmendên herêmê yên her roj xizmetê hildiberînin jî nikarin mûçeyên xwe bigirin û debara xwe bikin. Tevî ku ev rewş ji aliyê welatiyên herêmê ve tê zanîn jî rayedarên PDK’ê û malbata Barzanî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji vê rewşê sûcdar dikin û angaşt dikin ku hikûmet para pêwîst a budçeyê ji wan re naşîne da ku ji pirsgirêkên aborî re çareserî bibînin.

Nîşane xuya nînin

Berovajiyê vê Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî PDK’ê û malbata Barzanî bi nêlirêtiyê sûcdar dikin û dibêjin ku ew berpirsyariyên xwe yên der barê de bi cih tînin lê ji ber ku PDK’ê û malbata Barzanî nelirêtiyê dikin nikarin ji krîza aborî rizgar bibin. Ev gengeşe û sûcdariyên her du aliyan ên li dijî hev didomin. Herî dawî rayedarên PDK’ê der barê mijarê de serdana Bexdayê kirin, lê heta niha tu nîşaneyên çareseriyê li herêmê xuya nabin.

Di vê çarçoveyê de li Herêma Kurdistanê tevî ku hemû dibistan di 13’ê îlonê de vebûn û dest bi perwerdê kirin jî piraniya mamosteyan neçûn dibistanan û dest bi boykotê kirin. Ji ber ku mûçeyên xwe yên mehên tîrmeh û tebaxê negirtine mamoste dibistanan boykot dikin. Boykota mamosteyan ji 13’ê îlonê ve didome û ji bo dayîna mûçeyê wan hê tu çareserî nehatiye dîtin.

Nakevin polan

Endamê Meclisa Mamostayên Germiyanê Mamoste Arî Ezaledin, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî û rewşa li herêmê nirxand. Arî Ezaledin, diyar kir ku çalakiya wan bi vebûna dibistanan re dest pê kiriye û wiha got: “Dibistan vebûne lê em naçin dest bi perwerdê nakin. Me bi daxûyaniyê parve kir ku em ê nekevin polê. Heya mûçeyên me yên mehên 7 û 8’an nedin em ê neçin dibistanan û wê çalakiyên me bidomin. Piştî ku mûçeyên van mehan bidin jî heta her meh di meha xwe de mûçeyê me bi rêk û pêk nedin me em ê neçin dibistanan û perwerdeh nedin. Ji ber ku rewşa aborî û civakî gelek xerab e.”

Xala yekemîn

Ezaledin, bi lêv kir ku li Herêma Kurdistanê di milê aboriyê de rewş gelekî xera bûye û wiha axivî: “Berpirsyarê vê rewşê jî sedemê vê yekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Armanca me ew e ku zextê li ser berpirsyarên li Herêma Kurdistanê bikin ku hevdîtin bi hikûmeta Bexdayê re were kirin. Ji bo ku ev rewşa xirab li ser Herêma Kurdistanê rabe. Xala çalalekiya me ya yekemîn gihîşt armanca xwe. Hikûmeta Herêmê neçar ma ku biçe Bexdayê û bi Hikûmeta Iraqê re hevdîtînan bike. Di vê hevdîtinê de Hikûmeta Iraqê ji bo karmedan hindik pere veqetandin. Lê wê çalakiya me bidome. Heta daxwazên me hemû bi cih werin. Wê çalakiyê me bi rê û rêbazên cudatir jî bidome. Da ku ev neheqiya li ser gelê Herêma Kurdistanê bi dawî bibe.”

Sedem hevkarî ye

Di berdewamê de Ezaledin, da zanîn ku ew dizanin hemû bûyerên ku pêk tên bi hev ve girêdayîne û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Sedema nelihevnekirina di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de jî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyêye re ye. PDK hewl dide ku dubare nefta Herêma Kurdistanê di nava Tirkiyê re bi rê bike. Dewleta tirk di van deman de zorê dide Herêma Kurdistanê. Bi çi rêbazî dibe bila bibe PDK dixwaze nefta herêmê bi Tirkiyeyê derbasî cihanê bike. Tirkiye dixwaze mîna berê tevbigere. Hikûmeta Iraqê ji vê rewşê qebûl nake.”

Niyeta PDK’ê

Ezaledin, destnîşan kir ku gel û karmendên herêmê dibin qûrbaniyên nakokiyên di navbera PDK û Hikûmeta Iraq ê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê zorê bidin Hikûmeta Iraqê. Me bi çalakiya xwe heta cihekî emcam girt. Heta ku ev nakokî bi temamî ji holê ranebin wê çalakî û diyaloxên me bidomin. Ji ber ku em dizanin niyeta hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku çend mehan xwe bigire da ku zorê bide Hikûmeta Iraqê neftê di nav Tirkiyeyê re rê bike. Lê heta niha bi ser neketiye û encamek negirtiye. Ev erîş û maxduriyeta ku em niha dibînin bi taybetî girêdayî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ye. Tenê dewleta tirk jê vê yekê sûd werdigire.”