3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîş li dijî ruhê neteweyî ye

Li Hewlêrê êrîşek li dijî ofîsa KNK’ê pêk hat. Endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun qetil kirin. Têkildarî êrîşê rojnamevan Merwan Ozdemîr, diyar kir ku êrîş li dijî yekitiya kurdan û ruhê neteweyî ye

Li Hewlêrê êrîşek li dijî ofîsa KNK’ê pêk hat. Endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun qetil kirin. Têkildarî êrîşê rojnamevan Merwan Ozdemîr anî ziman ku êrîş li dijî yekîtiyê û ruhê neteweyî ye

Di demên dawî de êrîşên li ser Şengal, Hewler û Silêmaniyê zêde dibin. Herî dawî di 18’ê Îlonê de nûnerê KNK’ê yê Hewlerê Denîz Cewdet Bûlbûn qetil kirin. Rojnamevan Merwan Ozdemîr, li ser armanca êrîşê nirxandin kir. Ozdemîr anî ziman ku peyama herî li pêş ruhê niştimanî ye û wiha got: “Yanî ruhê netewî ya di pêşengetiya vê saziyê de pêş dikeve ye. Ya duyemîn heremên li Başûrê Kurdistanê yên di bin kontrola PDK’ê de ji welatparêzan paqijkirin e. Naxwazin yek welatparêzek li Hewlêr, Duhok û Zaxo bimînin. Naxwazin ruhê niştîmanî û netewî li Hewlêrê bijî. Ji bo di çend salên dawî de di despêkê de Hewlêr, Duhok û Zaxo ji gelê Mexmûrê re hat qedexekirin. Pişt re kesayetên koçber ên li Zaxo, Duhok ê Hewlêrê dijîn, ji van hereman hatin avêtin. Di kesayeta van kesên de pira di navbera Bakûr û Başûr de avabûye dixwazin hilweşînin.”

PDK dijberên xwe ceza dike

Rojnamevan Ozdemîr, ani ziman ku civaka Şengalê yên kû wek dîlekê li kampên koçberan ên li Zaxo, Duhok û Hewlêrê dimînin pêşî li wan tê girtin ku nevegerin Şengalê û wiha axivî: “Di çend rojên dawî de bi dehan malbatên Rojavayî pêşî li wan hatiye girtin ku bikevin navenda Hewlêrê. Ev çiye? Li dijatiya her kurdekê-î ye. Çi êzidî be, çi rojavayî û çi jî bakûrî be. Ger siyaseta PDK neyê pejirandin PDK dijatîya wan dike. Dîsa peyamekê jî didin xelkê başûr. Ji wan re dibêjin pêwiste hûn ev ruhê li Bakûrê Kurdistanê de pêş ketiye eleqedar nebin û wan ji nedîtî ve werin. Ji bo wê jî jixwe li Behdînanê kesayetên li dijî dagirkerî û gendeliya binemala Barzanî û rayedarên PDK’ê derketin hatin zindankirin û ciza li wan birîn.”

Ofîs di çavdêriya PDK’ê de ye

Ozdemîr, da zanîn ku her bihostek axa Herêma Kurdistanê û bi taybet jî Hewlêr di bin çavdêriya hêzên ewlehî de ye û wiha lê zêde kir: “Li kuderê çi dibe agahiya wan heye. Jixwe saziyên wek KNK, Nûnertiya HDP bi şev û roj di bin çavdêriya van kesan de ne. Ne tenê bi kamerayan ve dişopînin. Kesan erkdar dikin û bi sîstemek nobedarî li ber van avahiya radiwestin. Ji bo vê jî hêzên ewlehî yên girêdayî PDK, beguman berpisyara vê êrişa Hewlêrê ye. Ev cihê ku êriş rûdaye di bin çavdêriya wan de ye. Baş e, bila em bibêjin hêzên ewlehiyê di xew de bû û dema erişê de li wir amade nebû. Gelo çima kujer nayê girtin. Kujer kê/kî ye nayê eşkere kirin. Awahiya êriş pêkhatî de herî kêm 3 kamera hene. Çima van eşkere naken? Bersiv diyare. Destur ji wan xwestine û hatine ev qetlîame pêkanîne. Ger bibêjin tiştek wisan nîne. Wê demê wan bi xwe ev qetliame pêkanîne. Kujerek namerd hat erkdarkirin, kuştina xwe ya namerdane pêk anî û di bin çavdêriya hêzên PDK û dewleta Tirk de xwe xiste bin parastinê. PDK’ya ku dema êrişek li dijî endamekî MİTê çêdibe bi hezar Kurdan binçav digire kujerekî bi pênc quruşan nagire gelo? Ev çîrokek e.”

Êrîş li ber çavê PDK’ê pêk hatiye

Rojnamevan Ozdemîr, destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê gelek êriş li dijî sivîlan pêkhat û wiha pêde çû: “Bi piranî ev êrişana li sînorên parêzgeha Silêmaniyê pêk dihatin. Ji bo wê jî PDK ji ber ku Silêmanî di bin desthilata wan de nîne û parçeyek Kurdistanê nahesibîne ji berpirsyartî direvî. Li dijî hemû êrişan bêdeng ma. Lê destê wan di van êrişan de hebû. Li gor zanyariyên di destê me de taybet êrişên li silêmaniyê pêkhatine di çavdêriya PDK’ê de çêbûne. Kujer û xwefiroş bi destê PDK hatine Silêmaniyê û piştî êrişan jî bi destê wan rizgar bûne û reviyane Hewlêrê. Dixawastin miletê Kurd û YNK bînin pêşberî hev. Ev plan cihê negehişt armanca xwe. Ji xwe tê zanîn êdî rasterast YNK jî armanca van êrişan e. Êdî şehidên Kurdistanê didin mixabin. Silêmanî parezgeha welatparêziyê ye. Yêkgirtina hemû Kurdan e. Pirek e di navbera Rojava, Bakûr, Rojhilat û Başûr de. Dujmin dibêje nabe pirek bi vî rengî hebe. Xwest YNK jî wek PDK bike hevkarê xwe. YNK nehat vê listîka qirêj. Êdî YNK jî armanca êrişan e. PDK jî bi eşkere dibêje YNK heq dike, Êzidî heq dikin, gelê Rojava heq dikin. Çima? Ji ber ku nehatina ser siyaseta wan a xwefiroşiyê. PDK dibêje ger hûn wek min bin hûnê jiyan bikin. Lê jiyan ka jiyanek çawa ye? Jiyanek rûreşe kû gelê Kurd jixwe ji bo kû ev jiyan nepejirand ev 100 sale tê qetilkirin.”

Xelkê başûr nehat lîstikan

Rojnamevan Merwan Ozdemîr, bilêv kir ku bi van ve girêdayî PDK ji dema êriş li dijî xaka Başûr despêkiriye heya niha li gel dewleta tirk mil bi mil rawestî û wiha dirêj kir: “Di despêkê de xwest YNK, Goran û miletê Başûr pişgirî bide wan û ew jî bi eşkere êrişek li dijî gerilayan bidin despêkirin. Lê xelkê Başûr, siyasetmedar, rewşenbîr, partî nehatin van listîkan. Ji bo wê jî bes yek tişt di destê PDKê de maye. Ji çiya heta bajaran li dijî gelê Kurd şerek bide despêkirin. Encam çi dibe bila bibe, ne li ber çavê wan e. Dewleta Tirk ev tişte xwestiye û ew jî wê pêk bînin. Bi qasî em dişopînin jî pêktînin. Li Hewlêrê Welatparêz tên qetilkirin, li Metîna, Avaşîn û Zapê gerila tên bomberankirin. Li Biradost û Sîdekan bi sedan wesayetên zirxî kêminan diavêjin pêşiya gerilayan û êrişê li wan dike.”

Siyaseta PDK’ê xetimî ye

Ozdemîr herî dawî bi van hemû mijaran ve girêdayî çawa ku dewleta tirk bi siyaseta xwe ya şer de binketibe PDK jî ji ber ku parşeyek vî şerî ye binketiye. Çawa li tirkiyê şer bûye sedema qeyranê li Herêma Kurdistanê jî qeyranek ne di rêzê de pêşketiye. Çend mehên dawî karmendên Herêma Kurdisan maaşên xwe ne girtine. Ji ber wê jî di çend hefteyên dawî de di serî de qada tenduristî û perwerde, li her qadê de boykot pêşketine. Siyaseta PDK, ruxmî hemû desketiyên mezin nekarî Herêma Kurdistanê rêvebibe. Çend meh pêşiya naha jî li Emerikayê raporek hat parvekirin. Gotin Herêma Kurdistan wek kartonek ber bi rûxînê ve diçe ye. Raste. PDK bi xwe jî vê itiraf dike û Mesrur Barzanî ji Joe Biden re name dişîne û dibêje  bi hawara me de werin. Dibêje werin, em ber bi hilweşînek ve diçin. Kêm maye gelê başûr van kujer, xwefiroş û hevkarên dagirkeran re serî hilde. Tirsa wan gel e. Tirsa wan ne dewleteke ku bên Kurdistanê dagir bikin.”