spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hedefa êrîşa li dijî KNK’ê: Mêjiyê dîplomasî û xeta neteweyî ye

Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad, diyar kir ku KNK mêjiyê dîplomas û siyaseta kurd e û bi êrîşa li dijî nûnertiya wan a Hewlerê û terorkirina nûnerê wan Denîz Cevdet Bulbun tevahiya xeta neteweyî hedef hatiye girtin.  

Di 18’ê îlonê de li Hewlêrê bi çekan êrîşî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) kirin. Di êrîşê de Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun qetil kirin. Piştî êrîşa li dijî ofîsa KNK’ê û qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun gelek partiyên siyasî bertekên xwe anîn ziman û êrîş şermezar kirin. Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad têkildarî armanca êrîşê û planên Tirkiyeyê pirsên me bersivandin.

Pirsên me û bersivên Mûrad wiha ne:

Armanca vê êrîşê çî ye?

Armanca êrîşa 18’ê îlona 2023’yan a li dijî ofîsa nûnertiya KNK’ê ya Hewlerê pêk hat û di êrîşê de rêzdar Denîz Cevdet tê de şehid ket, diyar e. Ev êrîş li dijî saziyek neteweyî pêk hatiye. Bi armancgirtina Denîz buroya KNK’ê hatiye armancgirtin. Ev ofîs jî nûnertiya saziya KNK’ê dike. KNK mêjiyê dîplomasî û siyaseta kurd e. Nûnertiya parastina nasnameya kurdî ye. Ev êrîş ne ji rêzê ye. Di kesayetiya hevalê me Denîz de tevahiya xeta yekîtiya neteweyî hatiye armancgirtin. Tenê şexsek û buroyek hedef nehatiye girtin. Di kesayetiya rêzdar Denîz de tevahî xeta Yekîtiya Neteweya Kurdistan hatiye armancgirtin. Ev delîl nîşan dide ku kesên ev êrîş pêk anîne, ji vê xebata yekîtiyê nerehetin. Ji vê xebatê ditirsin. Ji ber ku zanin ev xebata Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) û ev kar û xebatên berfireh ji bo yekrêzî, ji bo yekgirtina partiyên siyasî girîng e.

Kî li pişt vê êrîşê ye?

Hin hêzên siyasî vê xebata yekîtiya kurdan wekî metirsiyekê li hemberî xwe dibînin. Loma dixwazin vê xebata yekîtiya neteweyî astang bikin. Armanc astengkirina xebata yekîtiya neteweya kurd e. Bi vê yekê peyamek mezin didin me. Peyamê didin kesên ku bi ruhekî neteweyî xebatê dimeşînin. Ew dibêjin her çi kes be û kurdên kîjan parçeyî be, eger ji bo yekîtiyê xizmetê bikin û pêşengiyê bikin dibe hedefa wan. Ev êrîşek terorîstî ye. Destê terorê têde heye. Ev terora bi pêşengiya Tirkiyeyê pêk tê û li tevahiya herêmê tê meşandin. Ev êrîş bi planek gelek mezin li dijî gelê me tê kirin. Plan û stratejiya Tirkiyeyê tunekirina gelê me ye. Armanc binxistina hemû destkeftiyan e. Armanc binxistina hemû têkoşîna li çar aliyê kurdistanê ye.

Kî pêşengiya van êrîşan dike?

Em her tim dibînin. Di êrîşa li dijî balafirgeha navçeya Erbetê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn. Dîsa li Hewlerê li dijî ofîsa KNK’ê êrîş pêk hat.  Li Rojava her roj êrîş pêk tên. Li ser Şengalê êrîş hene. Gefên mezin li ser Şengalê hene. Di van hemû êrîşan de Tirkiye pêşengiyê dike. Di heman demê de operasyonên Tirkiyeyê yên li ser çiyayên Kurdistanê û dagirkirinê roj bi roj firehtir dibin û didomin. Ev êrîş konsepteke ku dewleta tirk li dijî gelê me bi tevahî dide meşandin. Lê vê carê bi israr bûn ku xebatên yekitiya neteweya kurd bikin hedef.

Çima yekitiya gelê Kurdistanê û KNK’ê dikin hedef?

Armanc yekgirtin, yekrêzî ji bo wan metirsî ye. Ji bo wan nerehetî ye. Îro di vê konaxa hesas û hestiyar ku gelê me têde derbas dibe de, bersiva herî xurt a li hemberî van êrîşan û stratejiya dijminan, yekitiya neteweyî ye. Ew vê yekê baş dizanin. Loma îro di kesayetiya endamê me rêzdar Denîz Cewdet de saziyek neteweyî dikin hedef. Bi taybet nûnertiya KNK’ê ya li Hewlerê dikin hedef. Ji ber ku li vê ofîsê kar û xebatên berfireh hatine meşandin. Ji bo yekrêzî û yekitiya gelê kurd xebatên girîng hatine meşandin. Li vir karên dîplomasî, peywendiya li gel partiyên siyasî tên meşandin. Ji bo yekitiya partiyên siyasî xebatên girîng tên meşandin. Kesekî wekî rêzdar Denîz di van xebatan de rolek mezin leyîstibû. Şehîd Denîz parastvanê nasnameyê û mamosteyê zimanê kurdî bû. Di komîsyona ziman, çand û perwerde de cih digirt. Bi awayekî çalak di nava vê komîsyonê de xebat kiriye. Li hundirê ofîsa KNK’ê ji bo endamên KNK’ê xebatên zimanê kurdî kiriye. Bi zaravayê kurmancî, li ser çand, huner perwerde daye endamê me. Perwerde daye kesên ji derveyî endamên me jî. Ji her beşên cuda tev li van xebatên perwerdehiyê dibûn. Di aliyê xebatên neteweya kurd, aliyê dîplomasiyê û aliyê karê parastina nasname û çandê de kar kiriye. Ji ber vê yekê em dibêjin di kesayetiya Şehîd Denîz de, ev bûyer êrîşeke li ser xebata Yekîtiya Neteweya Kurd û Kurdistanê ye.

Têkiliya van êrîşan bi êrîşên li Rojava, Şengal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Silêmanî re û bi giştî Başûrê Kurdistanê re çî ye?

Têkiliyek rast e rast heye. Em careke din dibêjin, ev konsepteke mezin a dewleta tirk e. Em dibînin ku êrîş li dijî Şengal, Rojava, Mexmûr, Zap, Avaşîn, Metîna pêk tên. Di roja ku li Hewlerê êrîş pêk hat, li Silêmaniyê jî di heman rojê de li Erbedê êrîşek fireh û mezin pêk hat. Gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Li dijî ofîsa KNK’ê ya Hewlerê êrîş pêk hat û endamê me şehîd Denîz hat armancgirtin. Di van bûyeran de têkiliyek teqez heye. Bi planek mezin ev pêk tê. Serkêşiya vê yekê jî îro dewleta tirk dike. Îro dewleta tirk tenê li ser axa Kurdistanê êrîşan nake. Dewleta tirk di heman demê de li Ewropa jî bi rê û rêbazên cûda êrîşan dike. Kesên li vir siyasetê dimeşîne dikin armanc. Li dijî hemû kesên ku siyasetê dimeşînin û azadiyê dixwazin êrîşan pêk tînin. Li dijî hemû kesên welatparêz û siyasetmedar ferq û cudakariyê nakin. Ji Başur, Rojhilat û Rojava ferq nakin hemû kesan dikin armanc. Dema kurd û welatparêz bin, dema azadîxwaz bin, wan kesan ji bo xwe dikin armanc. Ev kes dibin hedefa plana dewleta tirk.

Hukumeta Herêmê û asayîşa Hewlêrê têkildarî mijarê çi helwest nîşan dan? Çawa dibe ku nava rojê ev êrîş pêk bê?

Ev êrîş, êrîşek ne ji rêzê û asayî ye. Ji ber ku di nava rojê û li cihekî wisa bi ewle de pêk hatiye. Eger li cihekî wisa û demek wisa êrîşek wisa encam bide, ev ne bûyerek ji rêzê ye. Ji ber vê yekê em ji hemû hêzên asayişê û hikûmeta herêmê dixwazin ku bi şikl û rewşek baldarî û cîddî lêkolînê bikin. Encamên hemû lêkolînan ji bo me KNK’ê û ji bo hemû raya giştî bên ragihandin. Ev kujer kî ye û kî li pişt wî ye, divê aşkera bikin û ji raya giştî re ragihînin. Çawa cesaret girtî ye ku aşkera têkeve hundirê Hewlerê û di dema nîvro de li cihekî wisa vê êrîşê pêk bîne? Çawa cesaret dike ku vê êrîşê pêk bîne û endamê me Denîz şehît bixe? Ji ber vê yekê ev êrîşek ne ji rêzê ye.

Asayîş çiqas erka xwe pêk tîne?

Em di daxuyaniyên xwe de dibêjin hemû hêzên asayişê û hemû hêzên din berpirsiyarê vê yekê ne.  Berpirsiyar in ku vê rastiyê aşkera bikin. Her welatiyên ku li vê axê dijîn û li hundirê Hewlerê dijîn mafê wan ê parastinê heye. Asayîş û hikûmet xwedî erk in ku her welatiyî biparêzin. Me roj bi roj ev daxwaz û bangawazî kir. Me xwest ku vê erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Me diyar kir ku parastina KNK’ê û endamên me yên ofîsê yên li Hewlerê erk û berpirsiyariya wan e.  Me got ku hemû welatiyên li ser vê axê dijîn, çi ji Bakur, çi ji Başûr, çi ji Rojhilat û çi ji Rojava dibin, mafê parastina jiyana wan dikeve ser milê asayîşê. Parastina jiyana wan dikeve ser milê Hikûmeta Kurdistanê.

Têkiliya êrîşa li Hewlêrê û Erbedê bi hevre çî ye?

Em careke din dibêjin têkiliya êrîşa Hewlerê û êrîşa li Erbedê encama planek mezin e. Di heman demê de hem li Slêmaniyê û hem li Hewlerê êrîş pêk hat. Bi vê yekê dixwazin ku hemû destkeftiyên me tune bikin. Dixwazin hemû xebatên me yên em ji bo yekitiyê, ji bo parastina ax û niştiman, ji bo parastina ax û welat dikin bikin hedef. Ji ber vê yekê em dibêjin ev her du bûyerên di heman demê de pêk hatine ne tesadifî ne. Êrîşên bi plan in. Dewleta tirk aşkera ragihand ku ew li pişt êrîşa li Erbedê pêk hatiye ne. Ev jî tê wateya ku êrîşên Tirkiyeyê sînoran nas nakin. Heta demekê tenê êrîş li mintiqeyên çiyayî bûn. Lê êdî êrîşî welatiyan dikin. Êrîşa li Erbedê ya li dijî hemwelatiyan pêk hatiye, nîşan dide ku êrîşek terorî ye. Sînorê êrîşên xwe firehtir kirine.

Li dijî vê êrîşa li ser KNK’ê pêwistî bi helwestek çawa heye?

Li dijî vê êrîşa endamê me yê KNK’ê, gelek partî, rêxistin û saziyan bi daxuyaniyan helwest û bertekên xwe anîn ziman. Lê ev tenê têrê nake. Ji bo vê yekê pêwistî bi helwestek giştî heye. Helwesta giştî ji bo bersiva van êrîşan, ji bo êrîşên din, ji bo plan û stratejiyên Tirkiyeyê girîng e. Pêwistî bi helwestek giştî û hevgirtî ku hemû partî, rêxistin û saziyên civakî yên neteweyî beşdar bibin heye. Divê hemû hêz û rêxistinên civakî bi hevre xwedî helwestek hevpar bin.  Pêwistî bi helwesteke xurt û aşkera heye. Jixwe hemû kar û xebatên me yên berfireh ji bo yekxistina helwesta neteweyî ye. Ji bo helwestek yekxistî ya li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk e. Ji ber ku bi van êrîşan hemû destkeftiyên gelê me armanc dikin. Em dibînin ku êrîşên li ser Rojava didomin. Êrîşên li ser Şengalê didomin. Li ser Başûr heta li ser Rojhilat jî êrîş hene. Ji ber vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê pêwistî bi yekitiya neteweya kurd heye.

Piştî vê êrîşê helwesta hemû partî û pekhateyen saziyên kurd çiqas bes e. Lazim e helwestek çawa nîşan bidin?

Lazim e ev helwest bi şêweyeke pir xurt bê nîşandan. Êdî wateya bêdengiyê qet tune ye. Ev bêdengî hêzê dide dewleta tirk û dike ku dewleta tirk hêz û cesaretê bigire. Bêdengî dihêle ku bûyerek wisa di hundirê Hewlêrê de û her wiha li Erbedê pêk bê. Ji ber vê yekê dubare dibêjim pêwistî bi helwestek xurt, giştî û aşkera heye.

Li dijî vê yekê wê KNK di aliyê siyasî û hiqûqî de gavên çawa biavêje?

Her çend Kongreya Neteweya Kurdistan li dijî van êrîşên li ser gel pêk tên, kar û xebatên fireh bimeşîne jî, em dibêjin yekitiya partiyên kurd dê bersiveke xurt bide vê siyaseta êrîşkar, plan û plangeran. Em di aliyê siyasî, hiqûqî û dîplomasiyê de karên fireh dimeşînin. Lê piştî vê bûyerê divê em berfirehtir û bi isrartir van karan bimeşînin. Divê em karên siyasî, dîplomasî û hiqûqî mezintir û xurttir bikin. Divê em destûr nedin ku xwîna hevalê me Şehîd Denîz li erdê bimîne. Bersiva me xurtkirina van xebatên siyasî, dîplomasî û hiqûqî ye. Bersivdayîna me xurtkirina rê û rêbazan e. Em ê ji bilî karên siyasî, dîplomasî û hiqûqî hem li hundir hem jî li derve pêwendî li gel konsolosxaneyan, saziyên navdewletî deynin û têkoşîna xwe bidomînin.

Hevalê me karê dîplomasiyê dikir û di nava xebatên KNK’ê de cih digirt. Pêwendî li gel partiyên siyasî, saziyên civakî  datanî. Bi taybet peywendî bi saziyên çand û ziman re dikir û li ofîsa KNK’ê ya Hewlerê ji bo endamên wan mamostetî dikir. Endamekî çalak bû ku di nava komîsyona ziman, çand û perwerdeyê de cih digirt. Ji bo em kar û xebatên xwe fireh bikin em bi israr in û soza xwe dubare dikin. Ji bo hemû kesên ku di vê rê de canê xwe feda kirine em tu carî xewn û xeyalên wan vala nahêlin. Em ê xewn û xeyalên wan bi cih bînin.

Zeynep Murad kî ye?

Di sala 1968’an de li paytexta Iraq Bexdayê hatiye dunyayê. Kurda Feylî ye. 18 sal in li Ewropa dijî. Beriya erka hevseroketiya KNK’ê di ajansên kurdî, erebî û navneteweyî de rojnamegerî kiriye. Li Ewropa ji bilî karê rojnamegeriyê mamostetiya zimanê kurdî jî kiriye. Niha jî weke Hevseroka KNK’ê li Ewropa xebatên siyasî dimeşîne.