27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

16 zarok ji qursa zimanê kurdî ya Arsîsayê mezin bûn

Li Wanê, 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî ya Arsîsayê mezûn bûn.

Li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ku li Wanê perwerdeya ziman û çanda kurdî dide, xwendekarên nû mezûn kir. Piştî perwerdeya zimanê kurdî ya 3 mehan, 16 xwendekarên din ên zarok mezûn bûn. Ji bo mezûniyeta zarokan, li quntarê Keleya Wanê çalakî hat lidarxistin. Li gel zarokên mezûn bûn, her wiha malbatên wan û mamosteyên Arsîsayê jî tev li torenê bûn.

Ji mamosteyên Arsîsayê Nazmiye Bor got ku xwendekarên wan hînî kurdî bûn û bi kurdî diaxivin. Bor, wiha domand: “Ev yek ji bo me pir girîıng e. Bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û zarokên xwe bişînin qursên kurdî.”

Di çalakiyê de tîşortên ku navên zarokan bi kurdî li ser hatibûn nivîsandin diyarî zarokan hatin kirin. di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û çalakî bi dawî bû.