28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zaroka di pîrozbahiya AKP’ê de gule li serê wê ketibû jiyana xwe ji dest da

Kubra Çoban (14) ku li Rihayê di pîrozbahiya piştî hilbijartinên Serokkomariyê de gule li serê wê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Li Rihayê, Kubra Çoban (14) a di pîrozbahiya piştî hilbijartinên Serokkomariyê de gule li serê wê ketibû, jiyana xwe ji dest da.Çoban a di pîrozbahiyên şeva 28’ê gulanê de li Taxa Eyyupnebî ya navçeya Eyyubiyeyê hatibûn lidarxistin de birîndar bûbû. Çoban li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê ku 120 roj bûn dihate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Çoban îro were veşartin.

Di heman pîrozbahiyê de li Rihayê gule li 5 kesên din jî ketibû û zarokê bi navê Emîrhan Gergîl (14) di 1’ê hezîranê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest dabû.