5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ermenên Qerebaxê naxwazin weke beşeke Azerbeycanê bijîn

Şêwirmendê serokê Qerebaxê Davîd Babayan diyar kir ku bûyerên li Qerebaxê rû dane lekeyeke şermê ye li eniya cîhana pêşketî û got ku gelê ermen ê li Qerebaxê naxwaze di bin kontrola Azerbeycanê de bijî.

Hefteya borî Artêşa Azerbeycanê bi sorkirina Tirkiyeyê li dijî Qerebaxê dest bi operasyoneke nû kiribû û li ser destpêka hevdîtinên di navbera aliyan de operasyon hat rawestandin û agirbest hat îlankirin. Hevdîtinên di navbera Azerbeycan û nûnerên Qerebaxê de hê jî bi encam nebûne.

Şêwirmendê Serokê Qerebaxê Davîd Babayan, der barê geşedanên dawîn ên herêmê de ji Reutresê re axivî û diyar kir ku ermenên li Qerebaxê ji ber ku naxwazin di bin kontrola Azerbeycanê de bijîn û ji jenosidê bi fikar in wê biçin Ermenistanê.

Babayan der barê mijarê de ev tişt got: “Gelê me naxwaze wek beşeke Azerbeycanê bijî. Ji sedî 99.9`ê wan dixwazin axa xwe ya dîrokî terk bikin. Ne zelal e kengî 120 hezar ermenên Qerebaxê bi rêya korîdora Laçînê ji Qerebaxê biçin.

Di dawiya axaftina xwe de jî Babayan ev gazind ji qada navneteweyî kir: “Çarenûsa gelê me dê wek lekeyeke şermê li eniya cîhana pêşketî di dîrokê de were nivisîn. Rojekê, dê berpirsên çarenûsa me, ji ber şaşî û gunehên xwe hesabê bidin.”