5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên derketin seyranê li dijî tecrîdê derketin

Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk di çalakiya geştê de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, diyar kirin ku tecrîd parçeyeke şerê taybet.

Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê û Meclisa Jinên Ciwan di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet tekoşînek bi heybet” geştek li dar xistin. Geşt, li Mezraya Kizilkaya ya navçeya Toroslarê hate lidarxistin. Li qada geştê pankartên “Bi roya xwe ber bi azadiyê ve” û “Li dijî şerê taybet tekoşînek bi heybet” hatin daliqandin. Li gel ciwanan, her wiha Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kuş û rêvberên navçeyê jî tev li geştê bûn.

Parlamenter Alî Bozan di geştê de got ku lîstikên qirêjî yên pergalê yên li ser gelê kurd berdewam in û ev tişt anî ziman: “Hewl didin ciwanan têxin çirava tiryak û fihûşê û ji çand û zimanê wan dûr bixin. Di serî de li Mêrsînê, hewl didin di nava ciwanên kurd de çetetiyê zêde bikin. Lewma ev kampanyaya ciwanên partiya me daye destpêkirin pir girîng e. Ev têkoşîn bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser keve.”

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî balkişand ser polîtîkayên li dijî ciwanan û wiha got: “Bi taybet jî li Mêrsîn û Edeneyê, konsepta şerê taybet a girêdana xwe bi tecrîdê re heye di meriyetê de ye. Em dizanin ku Mêrsîn û Edene ji aktorên herî girîng ên têkoşîna li Tirkiye û Kurdistanê ne. Lê belê îktîdara faşîst ji bo valaderxistinê hewl dide konsepta şerê taybet li taxan di nava ciwanên me de belav bike. Hewl dide pêşî li hemû xebatên ji bo astengkirina vê tên kirin bigire. Banga me ji bo gelê me ew e ku ji bo bidawîkirina vê konsepta şer tev li têkoşînê bibe. Ji bo têkbirina tecrîda li ser birêz Ocalan, em ê heta dawiyê bixebitin.”

Piştî axaftinan, taşê hate kirin. Piştre jî stranên kurdî hatin kirin û govend hate gerandin. Ciwanan dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.