30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê DFG’ê Altan serdana xebatkarên Spûtnîkê kir

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan serdana xebatkarên Spûtnîk Tirkiye ku di grevê de ne kir û peyamên piştevaniyê da.

Xebatkarên Spûtnîk Tirkiyeyê bi daxwaza hin mafan li navçeya Şîşlî ya Stenbolê 39 roj in di grevê de ne. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û rêveberê komeleyê û Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Mehmet Alî Ertaş serdana xebatkarên Spûtnîk Tirkiyeyê yên di grevê de ne kirin. Nûnerê Cihê Kar ê Spûtnîkê Nejdet Eksîlmez û xebatkarên Spûtnîkê Altan û Ertaş pêşwazî kirin.

Hevserokê DGF’ê Altan, diyar kir ku ew li cem xebatkarên Spûtnîk ên di grevê de ne û ev bang kir: “Rojnameger mehkûmî birçîbûnê tên hiştin. Vê yekê hem karsaz hem jî rêveber dikin. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Divê ku ev demeldest bi dawî bibin. Mixabin rastiya hiqûqê rê nade vê yekê. Ji ber vê divê piştevaniya liv ir bê be mezinkirin.”