Li navçeya Xorasan a Erziromê, otobûsa rêwiyan a bi plakaya 61 S 2161 a Kanberoglû Turîzmê li Taxa Haydarli li ser rêya Xorasan û Erziromê qelibî û qezaya trafîqê pêk hat. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û agirkujiyê û polîs û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîman, pacên otobûsê şikandin û rêwiyên asê mabûn rizgar kirin.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotmayayê (MA) daye, di encama qezayê de welatiyên bi navê Tûran Çagriboga li cihê bûyerê, Nezahat Bayram û Nejlem Velîyeva jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Xorasanê jiyana xwe ji dest dane û 21 welatî birîndar bûne û ew rakirin nexweşxaneyê bajarên derdorê.