Li gundê Banayê yê navçeya Basa ya Şirnexê zêdetirî 2 mehan e dorpêça leşkerî heye û dem deman operasyon tên lidarxistin. Ji ber vê dorpêçê ketin û derketina ji gund jî hatiye qedexekirin. Lewma welatiyên ku debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin, rojên zehmet derbas dikin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye şêniyên gund 12 roj in nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe û avdaniyê bikin.
Di heman demê de şêniyên gund ji ber dorpêça leşkerî nikarin pezê xwe bibin çoltera gund û neçar dimînin ku li hundirê gund biçêrînin.