Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiya Tirkiyeyê, rapora xwe ya 24’ê îlonê weşand û ji bo bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da. Midûriyetê, ji bo bajarên bakurê Kurdistanê yên mîna Wan, Erzirom, Qers, Meletî û Sêwasê hişyariya barana zêde kir û xwest welatî bergiriyên xwe bigirin.
Miduriyetê, destnîşan kir ku germahiya hewayê dê li gorî demsalê germtir bibe.