5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayik ji bo Bradostê banga bidawîkirina sîxuriyê li PDK’ê kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê geşedanên dawîn ên Bradostê de axivî û ji bo liv û tevgera wê ya leşkerî ya li herêmê banga bidawîkirina sixuriyê li PDK'ê kir.

Bi hinceta peymana Îran û Iraqê ya li dijî partiyên Rojhilat PDK dixwaze xizmeta xwe ya ji bo dewleta tirk kûrtir bike. Di vê çarçoveyê de rojên borî ji bo berfirehkirina dagirkeriya dewleta tirk a li herêmê hêzêke mezin şand herêma Bradostê. Li vir di bin navê hêzên Iraqê de êrîşî gerîllayên HPG’ê kir. Vê liv û tevgera PDK’ê ya di xizmeta dewleta tirk de bû sedema bertekan. Li bakurê Kurdistanê li dijî vê hewldana PDK’ê gelek meş û çalakî hatin lidarxistin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, der barê mijarê de ji Shar Press ku li başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî. Bayik, destnîşan kir ku PDK ji bo leşkerên dewleta tirk biparêze ala başûrê Kurdistanê bi kar tîne û wiha got: “ Bûyerên li Biradost û Sîdekanê diqewimin, dewama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Xuya ye bûyerên li Biradostê diqewimin encamek ji hevdîtina Hakan Fîdan û Barzaniyan e. Eger PDK vê hevkariya bi dewleta tirk re dewam bike, em ne alîgirê wê jî bin wê şer biqewime.”

PDK cih tespît dike û radigihîne

Di berdewamê de Bayik, bang li gelê kurd kir ku têkiliyên di navbera malbata Barzanî û dewleta tirk de baş nas bike û ev tişt got: “Têkiliya malbata Barzanî ya bi dewleta tirk re li ser esasê kirêkirinê ye. PDK bi her awayî piştgiriyê dide artêşa dewleta tirk. PDK ji bo dewleta tirk cih tespît dike, qadên ku tespît kiriye ji dewleta tirk re radigihîne û piştgiriya lojîstîkî dide wan. Li ser qadên gerîla îstîxbaratê dide. Tiştekî ecêb e. Bexda daxwazeke bi tenê ya dewleta Tirk qebûl nake, lê Barzaniyan daxwazên dewleta Tirk hemû bi cih anîn.”

PDK dixwaze YNK’ê mîna xwe bike

Her wiha Bayik, der barê êrîşa dewleta tirk a li dijî Balafirgeha Erbetê de jî axivî û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Armanca dewleta tirk ji êrîşa li ser Balafirgeha Erbetê tirsandina xelkê Silêmaniye û Soran e. Çawa ku bi piştgiriya PDK’ê herêma Behdînanê bûye navenda MÎT’ê û dewleta tirk, bi tirsandina xelkê Silêmaniye û Soran jî dixwazin vê qadê bixin bin kontrola MÎT’ê. Li aliyê din, bi tirsandinê dixwazin YNK’ê jî mîna PDK’ê bikin şirîkê dewleta tirk.”