5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hawa koletî, Lîlîth azadiyê tîne!

Li dijî çanda qirker a ol û dewletê têkoşîna hevpar a jin û zilam encax dikare azadiya civakê pêş bixe. Ew jî xwe rizgariya ji feraseta ol û desthilatiya zilam ve pêkan e. Di civakê de ne Hawa, Lîlîth dikare azadiyê bîne.

Rojên borî li ser pêşketina desthilatiya mêr a li ser jinê û çanda dewletê ya qirkirina jinê bi hin hevalan nîqaşên me çê bûn. Jin dibe yan jî zilam qet ferq nake lê belê divê mirov dîrok û mîtoljiyên dîrokî û roja me ya îro baş dizanibe bixwîn e û rast şîrove bike. Rista jinê ya di civakê de û her wiha ya ku lê hatiye barkirin sedem û necama wê divê mirov baş bixwîn e. Pîrozî û bênirxiya ku li jinê hatiya barkirin divê mirov rast şîrove bike. Çima û çawa ev pêşketiye divê mirov bibîne. Heke rast neyê nirxandin, mafê jinê yê dîrokî jî dê radestî wê neyê kirin. Lewre serpêhatiya jinê ji dîrokê ve tê û heta roja me ya îro bi rêya ol û dewletê teşedayînek pêş ketiye. Ev jî ji çanda desthilatî ya qirkirina jinê tê.

Dema em bala xwe didin mîtolojiya Adem û Hawa rastiya Lîlîth û jina azadîxwez bi zelalî dibînin. Lewre li gorî mîtolojiyê ew lehengên sereke yên afirandina çîrokên hin mîtolojî û olên yekxwedayî ne. Hemû geşedanên di pêkhateya civakî de di zihniyetê de bertekên xwe dibînin. Destanên mîtolojîk û olî herî zêde şeklên vê yên pêşîn nîşan didin. Têkoşîn û kesayetên di van destanan de şopdarên pêkhateya civakî ne.

Yekemîn rêxistina civakî ya li derdora dayika jin li gorî xwezayê û li ser bingeha wekhevî û azadiyê bû. Cihê serdestî û serdestkirina têkiliyan tune. Herî zêde li ser bingeha temamkerî û parvekirinê ye. Ev şêwaza jiyanê bîr û hefizeya yekemîn a mirovahiyê pêk tîne. Di vê serdema vegotinên mîtolojîk de ligel ku xwedawend dayike jî jiyana wekhevî serdest e. Ev rewş jî ji xwezaya jinê tê. Ji ber ku jin hem hêz û hem jî berdevkê vê pergalê ne.

Di pirtûkên olî de behsa wekheviya jin û mêr tê kirin lê belê ew jî gelekî bi nakok e. Dema behsa Adem û Hawa tê kirin ev nakokî xwe bi awayekî zelal dide der. Lewre di avakirin û vegotina pêvajoya dîrok û mirovahiyê de mirov wekî cot tê afirandin. Ji van cotan yek jê jin ê din jî zilam e. Yê zilam wekî ku di hemû pirtûkên olî de derbas dibe Adem e.  Jin jî berovajî Hawa, Lîlît e.  Wekî tê gotin her du jî bi bi hev re hatine çêkirin. Ji lew re jî wekhev in, yek ne di ser ê/a din re ye. Li gorî çîrokê ev mirovên ku ji aliyê xuda ve hatine xulqandin li bihuştê hatin bicihkirin.  Lê belê li bihuştê bi hev re çiqasî dijîn nayê zanîn. Lê li gorî tiştê ku tê gotin bi hev re zêde namînin.  Di navbera wan de nelihevkirin pêş dikeve û ji hev nexweş dibin. Helwesta Lîlîth kevneşopiya dayik-xwedawenda ku desthilatdariya mêr qebûl nake û wekheviyê diparêze ye. Dikare bêgotin ku ev yek di mirov ango Adem de bû sedema nerehetiyê. Ev nelihevnekirin dibe sedema derketina Lîlîth a ji bexçeyê bihuştê.

Sedema nakokiyê jî ew e ku her çiqas bi hev re hatine afirandin û wek hev in jî, Adem serweriya xwe ava dike. Lîlîth jî vö yekê qebûl nake û li dijî wê radiweste. Raman û derûnî ya Lîlîth ji ya Adem cuda ye. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên wan ên li bûyeran û têkiliyên wan jî ji hev cuda ne.

Serhildana Lîlîth

Lîlîth dibîne ku êdî nema bi Adem re jiyan dibe xwe diavêje derveyî bihuştê. Divê ji xwe re jîngeheke nû ava bike. Lîlîth bi cinên li dora xwe Shamayel ku padîşahê cinan e (ku wekî Şeytan jî tê binavkirin) re têkiliyê datîne û ji cinan zarokan tîne. Lîlîth êdî rêya xwe xêz kiriye. Ji ber vê yekê jî Lîlîth weke jina xirab tê binavkirin û bîranîn.

Piştî ku Lîlîth ji bihuştê dertê Adem bi tenê dimîne. Ji Xweda dixwaze ku Lîlîthê vegerîne. Xweda sê milyaketên bi navê Sanay, Samenov û Semengelov wek qasidan dişîne cem Lîlîthê û dixwaze vegere cem Adem. Dema ku Lîlîth vê daxwazê red dike, tê lanetkirin. Piştî vê yekê dema ku Adem di xew de ye Xweda ji parsûyê wî Hawa ya ku tam dişibe Lîlîthê çêdike û li kêleka Adem datîne. Lê Hawa ya ku dişibe Lîlîth ji aliyê exlaqî ve berevajiyê Lîlîthê ye. Hawa jineke bindest û li gorî daxwazên Adem tevdigere.  Ya rast ev ne Lîlîth, Hewa ye. Û Adem ji jina ku nû hatiye afirandin re dibêje: “Tu ji goşt û hestiyên min e.” Bi vê yekê re, dide diyarkirin ku ew bi tememî xwediyê wê ye. Êdî jin bi nasnameya xwe, ji bo xwe tune. Zû dereng ji dîrokê hat paqijkirin. Ev efsane nakokiya jin û mêr, parçebûn û serdestiya mêr a li ser jinê bi awayekî zelal nîşan didin.

Di vir de ji nakokiya ku di navbera Adem û Lîlîth de derdikeve holê ev tê xuyakirin; Lîlîth li dijî serdestî û newekheviya pêş dikeve derdikeve, li dijî Adem vîn, maf û azadiya xwe diparêze, li ber xwe dide û têdikoşe. Lîlîth bi vê helwesta xwe li dijî zayendperestiyê derdikeve û dide xuyakirin ku jin yek ji hêzên bingehîn ên mirov û civakê ye. Lîlîtha ku li dijî Adem derket îro jina ku nebûye koleyê mêr serdestî nepejirandiye û nehatiye çewisandin. Lîlîth nav û îfadeya mîtolojîk a berxwedana li dijî desthilatdariya mêr e.

Rastiya Lîlîth û Hawa

Li dijî dijderketin û berxwedana Lîlîth, Hawa ya ku koletiya mêr qebûl dike û di şexsê Hawa de ketina jinê heta roja me ya îro bi; eciqandin, tundî, koledarî, zayendîparêziya li ser jinê tê. Lîlîtha azad û berxwedêr jî ji dîrokê ve heta roja me ya îro wekî jina xirab, şeytan, mehr, nebaş û hwd. tê binavkirin.

Ji wê mîtolojiyê ve jî xuya dibe êdî jina azad tune, ‘jina xirab û şeytan’ heye. Ev jî bi çanda qirker a ol û dewlet û serdestiyê ve girêdayî ye. Her çiqas jina kurd û jinên li dijî vê ferasetê têdikoşin bebin jî mixabin têrî azadiyê nake. Azadiya takakesî bi serê xwe civakeke azad ava nake. Lewma jî divê têkoşîna azadiya jinê civakî be. Li dijî vê çanda qirker a ol û dewletê têkoşîna hevpar a jin û zilam encax dikare azadiya civakê pêş bixe. Ew jî bi xwe rizgariya feraseta ol û desthilatiya zilam ve pêkan e. Di civakê de ne jina Hawa, jina Lîlîth encax azadiyê bîne.