27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 girtî sirgûnî girtîgehên Tirkiyeyê kirin

3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bûn, sirgûnî girtîgehên Tokat, Kirikkale û Çorumê kirin. Girtî Zinar Çetîn ku 7 sal in girtî ye, li malbata xwe ya Sêrtê geriya û diyar kir ku ew û 2 hevalên xwe ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê sirgûnî girtîgehên cuda kirine.

Zinar Çetîn bi rêya telefonê agahî da malbatê. Çetîn, anî ziman ku ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a navçeya Sûngûrlu ya Çorumê kirine û hevalên wî yên din jî sirgûnî girtigehên Kirikkale û  Tokatê kirine. Çetîn destnîşan kir ku niha di hucreyê de tê girtin. Piştî Çetîn deqeyekê bi telefonê axivî, telefan li ser wî hat qutkirin.  Malbatê anî ziman ku piştî kurê wan Zinar Çetîn bi qasî deqeyekê axivî telefon hat qutkirin. Malbatê diyar kirin ku ew ji vê rewşê bi fikar in û dixwazin girtiyan agahiyê bistînin.