10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmar û tewanga hejmara 1(yek)î

Di zimanên hind ewropa de xwseriyeke hejmaran heye. Helbet her ziman bi xweseriya xwe tên nasîn û di nav xwe de pergalekê dihewînin. Îfadekirin, bikaranîn û nivîsandina hejmaran jî her wisa. Îfadekirin, bikaranîn û nivîsandina hejmaran a malbata hind ewropa ne weke ya zimanên ku em dizanin e. Ji 1’î heta dehan, ji 10’an heta 20’an û ji 20’an wêdetir xweseriyekê dihewîne.

Zimanê kurdî jî weke xweseriya zimanên malbata hind ewropayê taybetiya xwe derdixe pêş. Heta em dikarin bêjin zimanên hind ewropa dişibin xweseriya zimanê kurdî, ji ber ku çavkaniya zimanên hind ewropa erdnîgariya Mezopotamyayê ye.
Di zimanê kurdî de pergaleke hejmaran heye. Hejmar heta dawiyê 1+1 dewam nakin. Pergal di nav xwe de sê beş in; heta 10’an navberpergalek, heta 20’an navberpergalek û ji 20’an şûnde navberpergalekê ve berpê dibe. Em ji 10’an şûnde nabêjin deh yek. (her çiqas bi awayekî dorteng bikaranîna vî teşeyî hebe jî, ew bikaranîneke xalifî ye û bigiştî tune ye) Bi rastî xweseriya hejmaran di navbera 10 û 20’an de veşartiye.
Min li ser înternetê lêgerîneke biçûk kir. Di navbera hejmarên 10 û 20’an de komên ziman di nav xwe de nêzî hev taybetiyan nîşan didin. Koma slavîk (rûs, sirp, bulgar, xirwat û hwd) û welatên dorhêla wan de cih digirin weke leh, leton, ermen bi pergaleke nêzî hejmartina bi zimanê tirkî dixebitînin. Koma ewropî (îngilîz, alman, fransiz, portekîz, spanî, holandî,norwêjî) jî weke pergala hejmara zimanê kurdî bi kar tînin.

Ji hejmara 20’an şûndetir bi giştî zimanan de bikaranîneke pirrengîn heye. Lê welatên nêzî hev bi bikaranîna hejmarên 20’an şûndetir gelek caran dişibine hev, carinan jî welatên hevsînorên hev ji hev cudatir bi kar tînin. Di hinek zimanan de pêşî hejmara mezin tê bilêv kirin, paşê ya biçûk, weke ku bilêvkirina kurdî, bîst û yek, sî û du hwd. Hinek jî berê ji hejmarên biçûk dest pê dikin, piştre yên mezin tên, weke yek û bîst, çar û çil û hwd. Hinek hejmaran bi hev ve girêdayî, hinek jî yek bi yek dibêjin, bi ‘û’yekî ve ji hev diqetînin. Helbet taybetiyên xweser divê mijarê de rol dilîzin. Erdnîgarî, çand, psîkolojî, mantiq, kevneşopî, pêdivî û hwd di nêzikbûn û jihevcihêbûna wan de rol dilîze.

Mirov ji aliyekî ve dikare bêje hejmar matematîka ziman e. Çawa ku jiyana şaristaniyê bê matematik nabe, her wisa jî ziman bê hejmar nabin. Hejmar, ji deh hêmayên bingehîn ên ziman yek in. Ji ber vê ye ku hejmar di jiyana me ya domdar de roleke girîng dilîzin. Em her tiştî bi riya hejmaran dijmêrin; mehan, rojan, hefteyan, pereyan, mirovan, kulîlkan û her tiştên ku bikaribin bên hejmartin. Tu car ji jiyana me dernakevin.

Tê zanîn ku zimanê kurdî tewangbar e. Çawa ku em dizanin zimanê me tewangbar e, her wisa jî tewanga hejmaran heye. Ev mijar gelek caran jî dikeve ber nîqaşan, hê jî tam bi awayekî zelal nîqaş bi dawî nebûne. Gerçî ji xeynî hejmara 1’î li ser hejmarên din nîqaş nîn in.
Ez pirî caran li ser tewanga hejmara 1’î ketime nav nîqaşan û gelek jî ajotiye. Hejmara 1’î gelo dema ne tenê serê xwe, bi pirhejmarî tê bikaranîn wê çawa bê tewandin? Weke 1’a tek an bi awayê pirhejmarî bê tewandin? Eger weke 1’a tenê bê tewandin mantiqê wê çi ye, weke ser pirhejmariyê bê tewandin mantiqê wê çi ye? Heta îro ez ketime çend nîqaşan, ne min mantiqê wê rast danî ye, ne jî yên li dijî nîqaşên min derdiketin argumanên rast danîn holê. Yanî kesî kes qanîne kir.

Heta niha min ev angaşta dida pêş û rast didît û nîqaş dikir; ji xeynî 1’a destpêkê ya ji sifirê şûnde tê, hemû weke pirhejmaran tên tewandin. Weke mînak; 1951 bi awayê 1951’an bi kar dianî û dinivîsî. Birastî ne min serê kesekî xist, ne jî kesekî argumaneke têrqanî dan ber min ku ez bi rihetî li gorî ya wan bitewînim û bi kar bînim. Tu car ez bi argumanên xwe neketime şikê û min gav paşde neavêt. Di nav bazinekî teng de dorteng zivirî ha zivirî. Lê hertim jî li ser vê mijarê serê diêşînim û min êşand. Di encama lêhûrbûn û dahûrandinên min ên li ser ziman ez gihîştime mifteya deriyê vê mijarê û li gorî min, min ditiye jî.
Ez hertim ji bo çareseriya pirsgirêkeke ziman berê xwe didim ziman bixwe û bi taybetî jî zimanê resen. Ziman behrek e, gava mirov bi zanîn nêzî ziman bibe, ziman deriyê xwe ji mirov re vedike û hembêz dike. Mifteya xwe jî dide destê te. Na eger bi qelebalixa gotinan, bi destlepkî nêzîk bibî deriyê xwe digire, venake û mifteyeke bide te jî tune ye.
Mifte çi ye? Min got ziman bixwe ye. Ji bo ez mijara xwe bikaribim li ser bingeheke rast bidim rûniştandin, min di destpêkê de bigiştî mijara hejmaran û rengîniya komên zimanan; ên xizmên hev û yên din jî derpêş kirin.

Raz û sêhra wê di vir de ye; em ziman çawa resen bi kar tînin an naynin. Ku em ji ruhê ziman bizanibin zehmet namîne. Ez kesekî serhedî me. Em gava hejmaran bi kar tînin weke tirkî û bi ser hev bilêv dikin, di navbera wan de ‘û’yê bi kar naynin. Ji ber wê jî hejmar tam taqir dibin pirjimar. Gava ez pê şiyar bûm ku em serhedî li gorî reseniya hejmaran vê mijarê şaş bi kar tînin, jixweber mifte kete destê min.
Niha ez vegerim ser awayê rast çi ye wê rave bikim. Reseniya bikaranîna hejmarên kurdî bi pergaleke xweser pêk tê. Gava em dibêjin 1951’an jî 1681 bi pêjmaran (bireqman) divê ya rast em bi devkî wiha bêjin; hezar nehsed pêncî û yek, hezar şesed pêncî û yek. Ji bo pergal hêsan û rewan pêk bê em ‘û’yê naxin navbera her hejmaran, tenê li ya dawiyê datînin. Wê gavê her tişt aşkera û pir zelal derdikeve rastê. Hezar nehsed pêncî pirjimar dimîne lê ew ‘û’ya em li pêşiya 1’ê dixin 1’î tenê serê xwe rût û tazî dihêle. Ev ‘û’ ji pevgîrêdana hezar nehsed pêncî vediqete û 1 tenê serê xwe weke yekjimar dimîne. Eger ‘û’ nebe ev rewş nikare pêk bê. Yanî raz, sêhr û mifteya 1’î ku bi pirhejmariyê re tê bikaranîn çima weke yekjimar ditewe ev e. A ku min nizanibû û bernîqaşên min jî ez qanî nedikirim ev bû.

Zimanê me nexşeriyeke ew qas adil pêşkêşî me dike ku tenê em bikaribin bi zanîn lê binêrin, serê xwe pê re biêşînin. Êdî bikaranîna reçeteyên hazir ve zimannasî û afirînerî pêk nayê. Heştê sal in em mîrateya Celadet Bedirxan dixwin. Êdî xilas bû, em pê ketine ji dîwarê wî keviran dikişinin. Mixabin em nikarin avahiyeke baş çêkin, bi ser serê xwe de hildiweşînin.