4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûjiyana xweza, mirov û bihara welat

Zivistanê barkir û çû, êdî demsal bihar e.
Reng û rûyê mirov geş, ew ji mehan Adar e.
Baran hûr hûr dibare, lê binêre Nîsan e.
Li nav xweza şahî û cejn, ew der bûye Gûlan e.
Demsalên giran li paş man, vaye dîsa bihar e.
Çiya û zinar, dar û ber, çem û rûbar, newal û deşt… Xwezaya Welatê me hetim bi xweşî û geşî mirov pêşwazî dike. Her demsalek xweşiya wê cûda ye. Lê dema bihar tê, Kurdistan dibe parçeyek ji bihûştê.

Çar demsal dibuhire li vî welatî. Her demsalek rengek nû bixwere tîne. Her demsalek xwezayê hembêz dike. Lê bihar keskesora demsalan e. Xweza bi rengê biharê dixemile û bi gûl û çîçekan, xwe ji nû ve avadike. Ji ber wê xweza şikirdarê biharê ye.
Vaye gul û kûlîlk şîn dibin, dar û ber pelên xwe vedikin. Zivistan jî çû, êdî demsal bihar e.
Bihar şahî û xweşiya xwe jî bi xwe re tîne. Raperîna xwezayê ye bihar. Her wiha ji bo mirovahiyê hêvî ye bihar.

Her çiqas bihar wek xwenûkirina xwezayê tê zanîn, ji bo mirovahiyê jî xwenûkirin e ev demsal. Kirasê tarîtiya zivistanê ji ser xwe davêje, dest bi jiyanek nû dike însan.
Kurdistan bi xweşî û geşiya xwezaya xwe navdar e. Xweza bandorek wisa erênî li ser mirovahiyê dike ku mirov bê xweza nikare jiyanek bi rêk û pêk bidomîne. Xweza feyz dide însan. Vîna xwezayê heye, jiyanê rengîn dike û bedew dike. Ji dîroka kevin heta niha mirovahî bi berhemên xwezayê jiyana xwe domandine. Ev xwezaya bêhempa, dewlemendiyekê jî bi xwere diafirîne. Ev dewlemendî bi biharê geş dibe. Wisa geş dibe ku dilê mirovan şanaz dike. Lewma bi her parçeyê laşê xwe li biharê xwe girtiye însan.
Dema bihar hat gul û çîçek, dar û ber, mêrg û zozan şîn dibin li her derê. Lê li Kurdistanê, bi taybet jî li ser çiyayên bilind Guldexwîn rûyê xwe vedikin. Ev jî taybetiyeke xwezaya Kurdistanê ye. Çiyayên bilind mazovaniya guldexwînan dikin. Guldexwîn sergula gul û kûlîlkan e. Lê vaye wê bi sedan curre kûlîlk şîn bibin li ser axa welêt. Wê li dora Guldexwînê bibin xelek. Bihar wê can bide gul û çîçekan, wê bibe keskesorek. Paşî li lat û zinaran û serê çiyan dar û ber wê ji xwe re jiyaneke nû biafirînin.

Hatina biharê bandoreke ewqas mezin li xweza û jiyanê dike ku ne pêkan e ew bêhn û rengên biharê neyên hîskirin. Rengên ku ji xwezayê diafirin, bêhna ku ji xwezayê tê, dide fêmkirin ku tiştekî cuda pêk hatiye. Ew guhertinên ku pêk tên jî carna tevî derd û kulên di mejiyan de dide jibîrkirin, carna jî hêviyên mezin dide afirandin.
Vaye qeşa dihele; gelî, çem û newal geş dibin. Xûşe xûşa kanî û rûbara ne. Dema dengê ava ku diherike bi dengê çûkan re dibin yek wê demê hatina biharê bêtir bedew dibe. Dar û daristanên ku bi dengên çûkên biharê geş dibin, bi pelên ku vedikin dibijên “bihara me jî hat.” Deşt û Zozanên ku rengê kesk wê dorpêç dike, êdî ji bo çêreyê amade ne. Bi hezaran kar û berxên ku nû zayîne bi kêfxweşî xwe davêjin qadên çêreyê.

Zevî û bostanên ku bi mehan di bin berfê de man, bi hatina biharê ji bo çandiniyê amade ne. Keda ku bi mehên Adar û Nîsanê ve despêdike, ji bo debara salê dibe hêviyeke mezin. Bi hezaran kes piştî zivastana dijwar li benda van rojan dimînin ku destên xwe yên kedkar bavêjin axa pîroz. Tovên ku di van mehan de bi axê re hevdu hembêz dikin ji bo berdewamiya jiyanê dibin çarenûs. Û êdî dem dema hilberînê ye…
Xweşî û bedewiya xwezayê ji mirovan re bûye cihê jiyanê. Çendîn kesên ku li van erdnîgariyan jiyîne, bi xwezayê re bûne dost. Çiyayên bilind wan parastiye di hembêza xwe de. Deşt û zozan bûne stargeh. Kelat û nebat wek nîmeta herî bi nirx li wan vegeriyaye. Vê xwazayê, welat bi her aliyê xwe kiriye weke bihûşteke jiyanê. Jiyan bi xweşiya welat bedew bûye. Vê bedewiyê bihar rengîn kiriye. Û vaye dîsa demsal bihar e…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê