4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendina romanekê

Mijar û babetên ku bibin malê romana kurmancî pirin û nabe ku herî kêm yek an dudu nebin stûna avakirina romanê. Lewma jî romannûs carcaran bi zanebûn li ser yek ritmê dimeşe yan jî dide nav rêyekê  ku bigihêje armanca qelema xwe. Ev nirxandin helbet vala nehatiye ristin û pala xwe dide jiyan û têkoşîna gelê kurd a li hemberî sîstemên destpotîzimê. Eger hinek bibêjin ‘Çi têkiliya vê xalê bi nirxandina li jorê ye?’ Ez ê bibêjim rast e. Lê heke ji rojan îro gelê kurd gelekî şoreşger be ew ê leker û demxeya xwe li zayendên wêjeyî, nexasim li romanê nexe gelo? Bêguman belê. Mînaka vê yekê jî romana Pêşmerge ya Rehîmê Qazî ye ku di 1958’an de bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin û piştre bi kurmancî hatiye guhestin. Roman her çendî di wan salan de hatiye nivîsandin jî, lê xwîner tucarî bîr nabe ku ne behsa îro dike. Ji ber ku balê dikişîne ser hişmendiya paşverû ya axa û keyên gundê Kanîkîsele û ev yek bi xwestina axa ji Mîrûtê hezkiriya Pîrût lehengê romanê tê teyisandin ku di vê oxirê de jî tê kuştin.

“Spehîtîya Mîrûtê gurpegurp kiribû dilê wî kalî. Axa bi wasiteya çend rûspîyên Kanîkîseleyê ji Şêrko re xeber şandibû ku eger ew xwişka xwe bide wî, dê ew koşkeke cihê ji Mîrûtê re ava bike û çi tiştên Şêrko bixwaze dê bidîyê.” (r.43)

Li aliyekî din jî behsa kronolojiyekê dike ku ew jî; avakirina Komara Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê-Mahabat e. Ev jî belgekirina dîrokê bi xwe ye. Heta vir xwîner tê digihêje ku roman xwe dispêre du xisletan ku ew jî; dîrok û fodalîzma beg û axe li dijî gundiyan didin meşandin. Lê ji nişka ve berê romanê bi trajîdya evînekê ve vedibe. Ji xwe kêm zêde li jor me amaje bi hezkirina Pîrût û Mîrûtê kir ku pê re jî bala xwîner diçe ser qiçqiça nava her du kesayetan.

“Pîrût, heta sala ketina Riza Xan ji ser text, li Kanîsewzeyê bi Mamendê bavê xwe ve mijûlê kar û kespa zîraetê bû. Heman salê, kek Mamend dixwest wî bizewicîne. Lê bûyereke wisan qewimî ku şahî û xweşî bi ser neketin…” (r, 36)

Romannûs li ser vê raman û armancê erdê xwe diajo. Lê ev jî çotkirineke? Min bi xwe weke xwînerekê digot, em ber bi dawiya çîrok ve diçin. Piştre dê rewşa her du maşûqan zelal bibe û romannûs jî tov biavêje nav erdê xwe. Lê nêrîn û ponijîna xwediyê eleqeyê li hev derneketin, Pîrût Kurdeke û li derdora wî keftûlefteke siyasî ya avakirina Komeleya Jiyanneweyê Kurdistan (J.K) li dar bû ku piştre cihê xwe da Partîya Demokrat a Kurdistanê. Wê jî bi gava yekemîn re hêza pêşmerge ya Krudistanê ava kir. Pîrût yek ji wan xortên pêşmerge bû, lewma bi şev û bi roj mijûlî perwerdeya leşkerî dibû û yekane doza wî bûbû; mîsogeriya armancên gel, rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê.

“Ji destpêka sala 1945`an de, êdî qefle qefle kesên çek-dar diçûn ba Komîteya Serokatiya Komeleyê û dixwestin wan bişînin melbendên Kurdistanê yên din û wan deran jî rizgar bikin.” (r, 106)

Dûmahî…lê ne dawiya nirxandina romanê

Romana Pêşmerge ji navê xwe diyar e ku behsa doza kurdiyetê dike. Rehîmê Qazî hem xwende û hem jî pêşmerge ye, lewma rewşa civakê zû bandorê lê dike û wekî her kurdekî birûmet wîjdanê wî qebûl nake ku bê çare bimîne û xwe bide aliyekî… Lewre barekî dide ser milê xwe û dide nav şopa dozgeran, di encamê de mirov dikare bibêje, roman hem romaneke siyasî hem dîrokî ye.

Rehîmê Qazî kî ye?

Di sala 1925’an de li gundê Gwîgcelîyê ku bi ser Mukriyan ve ye hatiye dinê. Ji bo perwerdekirinê ji aliyê Komara Kurdistanê ve li Bakûyê tê hinartin. Li wir li Zanîngeha Kirovê beşa dîrokê dixwîne. Di sala 1954’an de teza xwe ya doktorayê ya bi navê “Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed” dinivîsîne. Demekê li heman zanîngehê di beşa dîrokê de mamostetiyê dike.

Di 1946’an de li rojnameya Kurdistanê ku weşana Partiya Demokrat a Kurdistanê ya wê demê bû, dest bi nivîskariyê kir. Çardeh salan di vê rojnameyê de nivîsên wî derçû.

Di sala 1958’an de tekane romana xwe ya bi navê “Pêşmerge” dinivisîne ku ev berhem di zarê soranî de weke romana yekemîn tê pejirandin.

Rehîmê Qazî di sala 1991’ê li Bakûyê diçe ser dilovaniya xwe û gora wî li Bakûyê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê