17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan cenazeyê Dogan revand

Polîsan li Dersimê cenazeyê Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan ji girseyê revand û nehişt cenaze bi girseyî bê definkirin.

Endama Koma Aştiyê ya 2’yan Aysel Dogan ku bi bangawaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê, di 11’ê gulanê de li bajarê Koln ê Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Hevseroka Giştî ya DBP Saliha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê, nûnerên TJA’yê, malbata Doganê û gelek kesên din bi dirûşmeya “Şehîd namirin” cenazeyê Doganê serê sibê li Amedê pêşwazî kir. Girseyê piştî cenaze li Amedê pêşwazî kir, bi karwanekê şandin Dêrsimê.

Dersimiyan li ser rêya Pira Seyidlî ya navçeya Mazgirtê cenazeyê Doganê pêşwazî kirin. Girseyê piştî cenaze pêşwazî kir, bi karwanekê berê xwe dan mala Dogan a li Taxa Gazik a Dersimê. Li têketina taxa Turîşmekê bi sedan polîsan pêşî li karwan girt û destûr neda ku cenaze bibin Taxa Gazikê. Li dijî vê yekê bi sedan kes li noqteya kontrolê ya polîsan çalakî li dar xistin.

Parlamenterên HDP’ê çûn malbata Dogan û helalî xwestin. Piştî helalî hat xwestin girse meşiyan Goristana Asriyê ya li Geliyê Pulumurê. Lê bi sedan polîs û eskerên li ber goristanê sekinîn nehiştin girse biçe nava goristanê. Polîsan li aliyê din erebeya cenaze li têketina goristanê sekinandin û bi awayekî tund êrişî girseyê kir. Polîsan di êrîşê de ava şid avêt girseyê û wesayîta cenaze revand û bêyî girseyê cenaze birin goristanê.

Polîsan deriyê goristanê li gel girt û tenê hişt ku endamên malbatê derbasî goristanê bibin.

Ji ber ku polîsan nehişt girse têkeve goristanê, tenê endamên malbata Dogan tev li definkirina cenaze ya li goristanê bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê