6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Binçav kirin û kuştin’

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 692’yan de li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Malbatan xwestin  kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de wêneyên windayan hilgirtin û serpêhatiya Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 10’ê gulana 1994’ an de li Amedê hat qetilkirin parve kirin.

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku sedema binpêkirina mafan û bêhiqûqiyan politikayên antîdemokratik e û wiha got: “Bi wan polîtikayan çareserî nayê. Em dibînin ku li her aliyê polîtîkayê bêceza hiştin tê meşandin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Xwişka Mehmet Şerîf Avşar, Sadiye Avşar jî serpehatiya kekê xwe parve kir û wiha got: “Li ser kar Mehmet Şerif Avşar binçav kirin û kuştin. Bi texsiya Torosê kekê min birine avahiya JÎTEM’ê ya Saraykapiya Amedê. 2 hefte piştî bûyerê me kekê min di avahiyêke xirabe de kuştî dît. Hin fail hatin darizandin lê cezayên ku heq dikirin ne girtin. Em dixwazin ku destê kê di kuştina kekê min de hebe, bê  darizandin û cezakirin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.