5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendê bêkêr

Li welatekî biyanî hunermend salê carekê hunerên xwe pêşkêşî padîşah û gel dikin û padîşah jî li gora hunera wan xelatê dide wan.
Xelata hunermendê yekemîn sed zêr in, xelata hunermedê duyemîn pêncî zêr in û xelata hunermedê sêyemîn jî deh zêr in.

Lê li wî welatî zilamek heye ku her tiştên wî ji yên civakê cuda ne. Hunera vî zilamî ne bi kêrî wî û ne jî bi kêrî civakê tê.
Lê zilam jî xwe ji bona wê rojê amade dike, zilam derziyê di erdê de diçikîne û ta diavêje di kuna derziyê de derbas dike. Her roj karê vî zilamî ev e, hetanî ku roja hunermendan tê.
Zilam tu karekî nake. Hevsera wî dibêje kuro ji xwe re karekî bike weleh em ji birçîna mirin gidî.

Zilam dibêje keçê hinekî sebir bike, roja hunerê hindik ma û dibêje ji xwe ezê bibim hunermendê yekemîn û wê padîşah sed zêr bide min ma ne bes e?:
Hevsera wî dibêje ku wisa be bes e, lê ez ne bawerim:
Roja hunermendan tê, zilam jî ta û derziya xwe hiltîne û diçe qada hunermendan.
Rimbaz rimên xwe diavêjin, Şervan bi şûr û mertalan dileyîzin, nêçîrvan tajiyên xwe bera merezê didin: Pêşbirk û Şahî xelas dibe û hunermendê ku xelat wergirtine ji qadê diçin malên xwe. Zilam bi tena serê xwe dimîne.

Wezîr jê dipirse û dibêje tu çima naçî ? Zilam dibêje hetanî ku ez hunera xwe pêşkêşî padîşah nekim ez naçim. Wezîr dibêje de hunera xwe pêşkêş bike, jixwe padîşah di şibakê de li me temaşe dike.
Zilam derziya xwe li ser text diçikîne û ta diavêje di kuna derziyê re derbas dike. Wezîr vê hunerê zêde balkêş dibîne û diçe ji padîşah re vedibêje. Padîşah dibêje min dît mindît.
Wezîr: Padîşahê min em çi xelatê bidin wî?
Padîşah: Sed darî lêdin û bila biteqize here mala xwe ji ber ku hunera wî bi kêrî civakê nayê!
Zilam bi têra xwe lêdanê dixwe û tê mala xwe. Hevsera wî li devê derî li benda wî ye. Zilam tê malê. Hevsera wî dibêje ka çi dan te?
Zilam: Hurme welahî padîşah ji lêdanê û pêve rêxekê jî fêm nake, ji dêlva zêran, sed dar li min xist û got bicehime here mala xwe .
Ji wê rojê û vir ve li wî welatî di roja şahiya houermendan de hemî terziyê wî welatî dikanê xwe digirin û xwe vedişêrin.