19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kurd li Rûsyayê bi çand û zimanê xwe dijîn’

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd li her derê 15’ê Gulanê bi şahî û bernameyên cuda pîroz dikin. Ji bo ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê çalakiyan li dar dixin. Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn. Lê hêj cihê zimanê kurdî di zagonan de tune ye. Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Nikarin dibistanên xwe vekin. Lê her çend qedexe û astenî hebin jî û her çend kurd ji cih û warên xwe dûr ketibin jî ziman û çanda xwe diparêzin. Yek ji vê mînakê kurdên li Rûsyayê dijîn e.

‘Em bi çand û zimanê xwe dijîn’

Endama Rêveberiya Jinan a Rûsyayê Dîlbera Vekîl li ser rewşa ziman a Rûsyayê axivî û wiha got: “Li Rûsya çand û ziman serbest in. Em li vir çand û zimanê xwe diparêzin. Em bi çand û zimanê xwe dijîn.”

Endama Rêveberiya Jinan a Rûsyayê Dîlbera Wekîl, destnîşan kir ku ew ji kal û pîrên xwe de ji Wanê derbasî Ermenîstanê bûne û wiha got: “Zêdeyî 100 sal berê em çûn Ermenîstanê. Ez li Ermenîstanê ji dayik bûm. Bavê min mirovekî pir welatparêz bû. Bavê min dixwest em li Ermenîstanê bi zimanê xwe biaxivin. Li wir rojnameya Rêya Teze û Radyoya Erîvanê hebû. Ji bo ziman gelek girîng bû. Nêzî 70 salî em li Ermenîstanê man. Piştre em hatin Rûsyayê. Niha li Ermenîstanê kurd kêm mane. Lê li Rûsyayê kurd zêde ne.”

Dibistanên kurdî tune, lê fêrî zarokên xwe dikin

Dîlbera Wekîl ku niha li Krasnodarê dijî qala rewşa kurdan a Rûsyayê kir û wiha got: “Niha li gundê me 2 malbatên kurd hene. Li gundê cîranê me Bêlerîcikê nêzî 200 mal dijîn û hemû kurd in. Hemû bi kurdî diaxivin. Li gelek bajarên din jî kurd hene. Li gundê cîranê me koma Bêrîvan a Reqasê heye. Koma reqasê çanda reqasê fêrî ciwanan dike. Niha li wir dibistanê kurdî tune. Lê em bi xwe bi xwe kurdî fêr dibin.  Malbata me tev dengbêj bûn. Min û xwişka xwe jî stran digot.”

‘Divê em destûr nedin ku zarok ziman ji bîr bikin’

Dîlbera Wekîl xwest her dayik bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin û wiha berdewam kir: “Em ji bîr nekin Rêber Apo ji bo ziman têdikoşe. Tevî ku pergalê her tim zimanê me qedexe kiriye jî, îro pêşketin gelek zêde ye. Kurdên li Rûsyayê îro bi çanda xwe û zimanê xwe dijîn. Divê tu millet zimanê xwe ji bîr neke. Divê em tu carî zimanê xwe ji bîr nekin. Dema em li Ermenîstanê bûn, me li Radyoya Erîvanê koma Kurdistan ava kiribû. Îro jî hemû zarokên me dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û dixwazin li welatê xwe bijîn. Em li her derê hêj bindest in. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin û destûr nedin ku zarokên me ziman ji bîr bikin. Ji bo ez ziman ji bîr nekim helbestnan dinivîsim. Zarokên me jî ji bo ziman ji bîr nekin bi kurdî dixwînin û diaxivin.  Li Rûsyayê kurdî ne qedexe ye. Her kes bi çand û zimanê xwe dijî. Em li vir çand û hunera xwe pêş dixin. Em şîn û şahiyên xwe bi zimanê xwe dikin Divê her dayik ziman biparêzin û fêrî zarokên xwe bikin.”

‘Ku em zimanê xwe neparêzin kes naparêze’

Wekîl li ser rewşa zarok û ciwanan jî rawestiya û wiha got: “Tesîra rûsî li ser kurdî tune ye. Divê em xwe bi xwe ziman biparêzin. Em dizanin hemû cîhan dijminê me ye. Divê em çand, ziman û nasnameya xwe biparêzim. Gelek helbestên min hene. Keça min jî helbestan dinivîse.  Nêzî 13 sal in em hatin vî bajarî. Lê kurdên gundê cîranê me, piştî sovyet hilweşiya hatin vir.”

‘Eger Amed rabe ser piyan dê her kes rabe’

Wekîl, bang li gelê Amedê jî kir û xwest gelê Amedê bêtir li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê gelê Amedê rabe ser piyan. Eger Amed rabe ser piyan cîhan  nikare rawestîne. Divê Amed rabe ser piyan. Divê gel hemû nirxên xwe biparêzin. Her roj kurdan dikujîn û mafê me binpê dikin. Eger Amed rabû ser piyan dê cîhanê bihejîne. Eger li ser me guleyan jî bireşînin divê em ranewestin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Heta yekîtî çênebe em bi ser nakevin. Divê hemû kurd bibin yek û rabin ser piyan.”

Wekîl, herî dawî xwest hemû kurdên Bakur li dijî binpêkirina mafan rabin ser piyan û wiha bi dawî kir: “Divê em ziman û hemû nirxên xwe biparêzin.  Divê gelê Amedê dibistanan vekin. Bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe, xwe perwerde bike. Divê li ziman xwedî derkevin. Li Bakur eger gel li ziman xwedî derkeve û rabe ser piyan dê dijmin gavan paşve bavêje. Eger Bakur rabe dê her tişt rast bibe. Em 15’ê Gulanê li hemû gelê xwe pîroz dikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê