7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Avesta: Ziman bê bîrdozî nabe

Gelê kurd 15’ê Gulanê Cejna Zimanê  Kurdî pîroz dikin. Bi bernameyên cuda 15’ê Gulanê pîroz dikin û dixwazin kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û ziman biparêzin. Li aliyê din bang li rayedarên dewletê dikin ku zext û astengiyên li ser ziman bi dawî bikin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Ziman a Ewropayê Aysel Avesta Aydin anî ziman ku ziman û bîrdozî bi hev ve girêdayî ye û ziman bê bîrdozî nabe. Avesta Aydin destnîşan kir ku çavkaniya kurdî Kurdistan e û wiha got: “Li Bakur her çiqas zext û tundî hebe jî têkoşînek heye. Polîtîkaya dewletê li ser ziman didomin. Bi rêbazên bişaftinê zextan pêş dixe. Li gel bişaftin û xwepêşandinê têkoşînek mezin jî heye.”

‘Ziman û bîrdozî bi hevre girêdayî ne’

Aysel Avesta Aydin ewil li ser rewşa ziman rawestiya û wiha got: “Di serî de em cejna zimanê kurdî li hemû kurdan pîroz dikin. Kesên biyanî yên li gel kurdan têdikoşin, yekser fêrî kurdî dibin. Hin hevalên me yên enternasyonal dibêjin ‘Çima tenê li gelê kurd pîroz be?’ Dema tu têkoşîna gelekî dimeşine, divê di serî de tu çand û zimanê wî gelî fêr bibe. Bê guman mirov nikare rojekê ji bo ziman veqetîne. Lê hin roj hene wekî mînak  û sembol in. Divê em zanibin ku ziman zindî ye. Ziman û bîrdozî bi hev re girêdayî ne. Hin alî dibêjin tenê bîrdozî girîng e. Ev li Bakur hinekî rê li pêş Kemalîzmê vedike. Hin alî jî ziman ji bîrdoziyê qut digirin dest. Ev jî rê li ber zimanê bê bîrdozî vedike. Ev herdu nerîn jî kêm in. Ziman û bîrdozî hev temam dikin. Bêyî hev nabin. Hemû bi hevre girêdayî ne.”

‘Kurdî zimanê herî kevnar e’

Avesta Aydin, diyar kir ku zimanê kurdî zimanê herî kefnar e û wiha axivî: “Dema em li dîrokê dinerin, kurd û Kurdistanê malovanî ji gelek tiştan re kiriye. Zimanê kurdî zimanê herî kevnar e. Tenê em kurd vê yekê nabêjin. Fîlologên navdar jî vê yekê dibêjin. Dibêjin pêwist e em qîmata zimanê kurdî bizanibin. Mirovahiyê li wir dest pê kiriye.”

‘Çavkanî kurd û Kurdistan e’

Aydin çavdêriyên xwe yên li ser Bakur jî parve kir û wiha got: “Ez dişopînim. Her tişt li ser çavkaniya xwe xweş e. Çavkanî kurd û Kurdistan e. Li wir têkoşînek heye. Bêguman zextên gelek mezin jî hene. Gelek ji bo stranek kurdî û peyveke kurdî bilev dikin têne kuştin.  Ev jî têkoşîna ji bo zimanê kurdî ye.

Li aliyê din bişaftin jî heye. Ev polîtîkayên dewletê ne. Polîtîkayên dewletan ewe ku ziman bide jibîrkirin. Di dema me de Dibistanên Şevînî hebûn.  Bi van dibistanan dixwastin bişaftinê pêş bibin. Nebe jî dikuje. Lê ligel zext, bişaftin û polîtîkayê dewletê jî têkoşînek heye.

‘Li Ewropayê jî polîtîkayên bişaftinê hene’

Dewlet di polîlîtîkayên xwe de hevpar in. Ewropa deriyê xwe li kurdan vedikin û dixwazin kurd bi bişaftinê re rû bi rû bimînin. Li Tirkiyeyê hatine dorpêçkirin. Lê dema tên Ewropayê jî bi bişaftin û xwepişaftinê re rû bi rû dimînin. Li Bakur nifşên nû ber bi asîmîlasyonê ve diçin. Dema tên Ewropayê jî di bin navê Entegrasyonê de  dîsa kurd û zarokên wan ji kurdîtiya wan têne dûrxistin.”

‘Şûşa avê bişkê ew ava êdî ji xwebûna xwe dûr dikeve’

Aydin, bal kişand ser fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Rêberê Gelê Kurd dibêje dema şûşeyek av  bişkê û birije erdê, em nikarin bibêjin ew ava tune bûye. Lê êdî ew ava ber bi deryayên din ve ber bi axa din ve diherike. Ji xwebûna xwe dûr ketiye.  Kurdên ji ax warên xwe dûr bikevin jî hene, lê naveroka wan tune ye. Êdî bûne alman, îngîlîz û firansî. Polîtikayên dewletên dagirker ên Kurdistan parçe parçe kirin û kurd li tevahiya cîhanê belav kirin, îro ev polîtîkayên wan li Ewropa jî didome. Lê ez têkoşina Rojava û Bakur a li dijî van polîtîkayan pîroz dikim.”

‘Ewropa dizikî pispor e’

Avesta Aydin, li ser rewşa ziman a Ewropa yê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Dema tu bi hêz be qebûlkirin jî di wê astê de derdikeve holê. Li Ewropayê jî gelek zext hene. Ewropa navenda Kapîtalîzmê ye. Lê dizekî pispor e. Li ser navê demokrasiyê dike. Li gorî hiqûqa xwe bi nav dike. Lê bi tarzekî ziraf dike. Li Ewropa dizê di nava malê de heye. Zarokên kurdan an jî yên miletên din ên bi çand û zimanê xwe mezin dibin yek bi yek ji malbatê qut dikin.  Ji vê re ‘Dizê di nava malê de’ tê gotin. Dibêjin mafê tekakesî heye. Li dibistanê ji zarokan re dibêjin ‘Eger di nava malê de dayik û bavê we gotinek xerab ji were gotin yekser bên serî li me bidin.’ Li dibistanê ewil vê yekê fêrî zarokan dikin. Li dibistanan li gel zimanê firansî, almanî û îngîlîzi zimanê din ên biyanî jî tên fêrkirin. Lê li vir kurdên ji ber şer hatine vir wekî kurd nayên naskirin. Wekî tirk, ereb û farist tên pênasekirin.  Niha li Ewropa dibistan nameyan ji malbatan re dişînin. Dibên tu tirk î were tev li kursa zimanê tirkî bibe. Li Almanyayê dibêje were tev li kursa zimanê tirkî bibe. Tirkiye jî dibêje ‘ew qas tirk li wir hene.  Di nasnameyê de wekî ji Tirkiyeyê hatiye û wekî tirk tê nasîn. Li Ewropa em dizanin kî dost e û kî dijmin e. Di wî alî de têkoşînek li Ewropa heye.  Li vir polîtikayên bişaftinê diyar in. Lê em bi xwe xwepişaftinê pêş dixin.  Dema bi tang û topan tên ser me em dibin yek. Lê dema aramî hebe em têkoşînê pêş naxin.”

Ku rê neyê girtin dê 30 sal şûnde zarokan kurd  bibin îngîlîz, alman û firansî

Aydin, bal kişand ser xeteriya li ser zarokên kurdan ên li Ewropa û wiha pêde çû: “Kurd bi şev û roj têdikoşin. Di çalakiyan de ne. Têne girtin. Bi zahmetiyên gelek mezin re rû bi rû dimînin. Lê dema em ji wan dipirsin û dibêjin ‘Zarokê te bi kurdî dizane?’ Dibêjin na nizanin. Em dibêjin tu nifşa 3’emîn e. Lê zarokên te dê piştî 20 salan bêjin ‘Dayik û bavê min kurd in. Lê ez nîv kurd û nîv alman im. Ez li vir im û welatê min ev der e.’  Piştî 30 salan zarokên wan dê bibin îngîlîz, alman û firansiz. Wê demê tu wateya vê tekoşînê jî namîne. Ji bo wê jî divê e hişmenî ava bibe.  Divê her tiştê me kurdî be. Divê her kes kurdî binivîse. Bila xerab e, lê bila bi kurdî be.”

‘Enternasyonal fêrî kurdî dibin’

Aydin li ser xebatên ji bo ziman jî rawestiya û wiha got: “Sazî û dezgehên li ser ziman dixebitin hene. Enstîtuya Kurdî li Swîsreyê di encama xebateke hevpar de kongreya xwe çêkir. Dîsa li Almanyayê Enstîtuya kurdî ya li Almanyayê heye. Li Ewropa Saziya Yekîtiya Mamsoteyan heye.  Bi domdarî xebatên xwe li dibistanan dimeşînin. Li Berlînê Yekîtiya Malbatên Kurdan heye. Li Berlînê YEK-MAL nêzî 100 xebatkarên wan ji bo xebatên kurdî xebatan dimeşînin. Li Ewropayê  enternasyonalên têne nava kurdan fêrî kurdî dibin. Kurdên bi kurdî neaxivin rexne dike.”

‘Neviyên Şêx Evdil Selam li wî xiyanetê dikin’

Aydin, bal kişand ser helwesta malbata Barzanî jî û wiha axivî: “Niha li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Li wir bi kurdî tê axaftin. Lê divê mirov ji bîrdoziyê qut negire dest. Lê çawa dibe malbata Barzanî bi Tirkiyeyê re kurdî diaxivin. Kekecan xwişkê can…  Lê çawa dibe tên li wir kurdan dikujin. Ev îxanet ne tenê li dijî bakurê Kurdistanê ye. Dema mirov li Şêx Evdil Selam mêze dike, di sala 1907’an de serokeşîrê kurdan kom dike. Miroav dikare ji Şêx Ebdil Selam re bêje Netewperwer e.  Lê îro zarok û neviyên Şêx Evdil Selam li dijî wî xîyanetê dikin.”

‘Xwedîderketina Kurdistanê xwedî derketina ziman, çand ax û nasnameyê ye’ 

Aysel Avest Aydin, herî dawî bal kişand ser xebatên “Li Kurdistanê xwedî derkeve” û wiha bilêv kir: “Ji bo parastina kurdî divê yekser em li hemû qadên jiyanê bi kurdî biaxivin. Dibêjin ‘Li Kurdistanê xwedî derkeve’ Kurdistan tenê erdnîgarî nîne. Nehêle Kurdistan bê bombekirin. Nehêle axa Kurdistanê tevî zindiyê xwe bê şewitandin. Dîsa nehêle ziman û çanda kurdî bê tunekirin. Bi qasî em li dijî dewletê têdikoşin, divê em ji bo parastina ziman, çand û nasnameya xwe jî têbikoşin.”