7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li dijî dagirkeriyê civiyan

Kongreya Star Komcivînekê bi navê “şêwira Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” li dar xist. Komcivîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava , li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, bi tevlîbûna 50 delegên ku ji rêxistin û partiyên siyasî yên cuda hatibûn, li hola Zana ya Qamişlo pêk hat. Di şêwirê de 50 delegên jin ji hemû rêxistin û partiyên siyasî beşdar bûn. Tevger û rêxistinên jinan ên derve jî bi riya programa zoomê beşdarî şêwirê dibin. Şêwira jinan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed axaftina vekirinê kir.

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed, anî ziman ku kombûna jinan berpirsyariya jinan û rola wan ê welatparêziyê di ber axa Kurdistan de nîşan dide û wiha got: “Qirkirinên li ser şoreşa jinê têne kirin dixwazin bi vê yekê nexşereya Rojhilata Navîn bidin guhertin.  Ji bo em rê li ber dagirkeriyê bigirin me pêwîstî dît em şêwireke wisa li dar bixin û helwesta jina nîşan bidin. Jinên têkoşer û berxwedêr em rastî qonxeke girîng tên em ê îro helwest û nêrînên jin bikin yek da em siyaset û êrîşên li ser Kurdistanê ji dîrokê heya niha têne kirin ji bo qirkirina tevahî gelê kurd û jina kurd vala derbixin.”

‘Em hemû komployan vala derdixin’

Remziye Mihemed da zanîn ku komplo xwe nû dike û wiha axivî: “Komployên fireh rojane nû dibin û ji hemû qadan derdikevin pêşiya me. Jina kurd mînaka şoreşeke cîhaniye bi têkoşîn û berxwedanê xwe pênasekiriye. Şêwira me wê di herdu beşên xwe de bê nirxandin wê zengîn bibe bi tevlîbûnên derve. Me qalibê siyaseta mêr şikaniye û rolên pir mezin di aliyê siyasî û civakî de derbaskirine. Em ê bi parastina nirxên jinan hemû komloyan vala derbixin. Ji ber hemû siyasetên dijî me yek in. Em dixwazin encamên baş ji bo Kongreya Jinên Neteweyî ji vê şêwirê derbikevin û em bibin xala çareseriya doza kurd.”

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û Endama Koordînasyona  Rêveber a KNK ya Rojava Ebîr Hesaf, li ser pêşketin û guhertinên siyasî yên li Kurdistanê û nêrîna jinan ji bo vê mijarê nîqaş kirin.

‘Hêzên derve Rojhilata Navîn kirine navenda şer’

Foza Yûsif bal kişand ser siyaseta cîhanî ya li Rojhilata Navîn û wiha got: “Îro dûrxistina jinan a ji siyasetê û meşandina siyaseta mêr cîhan ber şerekî pir xerab ve dibe û aloziyan kurtir dike. Weke jin bi hest û mejiyê jinan şîrovekirina vê yekê pir girîng e. Ji ber pêwîstiya me bi vê yekê heye . Mêr hest û siyaset ji hev qutkiriye. Rê li ber xerabiyan vekiriye.  Pêwîstiya me bi hişmendiyeke nû heye ku jin têde pêşeng bin. Hêzên hegemon dixwazin vê cîhanê li gor nêrîn û bercewendiyên xwe birêve bibe. Ev şer bi gelek rêbazan tê meşandin û li ser civakê tê ferizkirin. Ev hêz navenda şer dixin Rojhilata Navîn ji ber Rojhilata Navîn navenda şaristaniyê ye û hêza wê bike bin bandoriya xwe dikare rêveberiya cîhanê bike. Di Rojhilata Navîn de eger em dixwazin rewşa xwe nasbikin pêwîste em baş vê yekê nîqaş bikin. Hêzên sereke di cîhanê de hemû di nav pevçûnê dene bê kî  wê çiqas erdnîgarî û hikum bigre. Ev hêz bi xwe xwe nakevin şer lê bi rêka hêzên ji xwe kêmtir şer dikin. Şerê aborî li hember welatan tê bikaranîn û teknîka li pêş şer kûr dike.

“Ev şer xizmeta desthilatdariya mêr dike”

Foza Yûsif bal kişand ser aloziyên herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: “Berî niha li herêmên kurdan alozî hebûn. Lê mûdaxeleyên mezin li ser herêma me pêk hatin. Ev alozî girêdayî şerê cîhanê ye. Her hêzek piştgiriya hin hêzan dikin. Li Îraqê jî şerekî cîhanî mezin tê kirin Îran û Amerîka lê şer dikin. Li Sûriye jî eger wisa çareserî çênabe siyaset wisa dewam bike.  Şoreşa Sûriye ji destê Sûriyan derket û kete destê hêzên cîhanî de tu aliyên çareseriyê heya niha tune ne. Pir dewletan peymanên wan li ser Rojhilata Navîn hene û hêzên mezin di pêşpirka qezencan dene. Hevpeymana Syks Bîko Kurdistan parçe kir û civakên hundirê  jî wê zêdetir parçe kir. Gel û jin ji vî şerî nabin xwedî qezenc ji ber her perçiqandin û zirar dighêja wan. Jin bi wendahiya madî û menewî de pir dêşin û herî zêde zilim li jin tê kirin di warê tenduristî de pir zirana dibînin. Ev şer xizmeta zengînan û desthilatdariya mêr dike. Lewma mirov dikare bêje şer û dagirkerî xizmeta jin û gel nake. Hikûmê Rojhilata Navîn ne bi îradeya gelan bû û hîşt iflas bike. Kurdistan hemû armanca dagirkeriyê ye û hêzên desthilatdar ji bo xwe wê weke xeterî pênase dike. “

‘Dixwazin Kurdistanê parî parî bikin’

Endama Koordînasyona  Rêveber a KNK li Rojava Ebîr Hesaf jî wiha got: “Sedsala borî guhertinên binghîn bi xwe re çêkirin ji bo wê em kesayetên şenslîne em di rewşeke wiha de jiyan dikin.  Çima ev siyaset li Kurdistan diqewimin ji ber ew dilê Rojhilata Navîn û girêka girêdana welatan ye û her kes dixwaze ji xwe re parçeyêkê jê bikşîne. Em dixwazin statoyeke kurd bi hevkirin û yekrêziya kurd de çêbikin.

‘Pêşeroja Kurdistan di azadiya jinan deye’

Endama Komeleya Dadgerî li Başûrê Kurdistan Qumrî Berzencî li ser riya zoomê tevlî şêwirê bû wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em weke jin bi yek rihî di rojeke wisa  de hatine gel hev cihê şehnaziyê ye. Êrîşên niha li ser Başûrê Kurditanê şermeke mezin e. Dewletên navnetewî niha bi hemû rêkên xwe li hemberî kurdan şer dikin.  Mafê kurdan bi xiyanetê nayê qebûlkirin ji ber kurd îradeyeke serbixwene. Ev karê me pir girîng e jin xwediya rêxistineke yekbûyî  ye doza kurdan diparêze û dewam dike. Peyma me em weke jinên Başûrê Kurditanê herçar parçeyên Kurdistanê bibin yek û pêşnegtiya jin têde xwedî roleke bingihîn be. Pêşeroj Kurdistan di azadiya jinan deye.”

Berdeveka Pêwendiya Komeleya  Jinên Êzidî Sîham Şengalî wiha axivî: “Li ser navê jinên Êzidî şêwira jina em silav dikin û bi hêvîna serkeftî be. Bi pêşgtiya jin avakirina yekrêziya kurdî cihê kêfxweşiyê ye. Siyaseta dijminan li Şengalê tê meşandin li dijî sekan jina Êzidî ye ya ku bi ferman re rastî gelek rewşên qirkirinê hatiye. Em dixwazin yekîtiya jinan bibe rêya azadiya tevahî jinên kurd. “

‘Jin dê pêşengiya pêvajoyê bikin’

Hevseroka Kongreya Netewî li Ewrupa Zeyneb Mûradî wiha nêrîna xwe ji bo şêwirê anî ziman; “Dîsa projeyên xerab li ser Kurdistan heye û rojane em jiyan dikin. Em pêwîste bi cidî li hember van qirkirina bisekiin û bibin bersiv ji vê merheleyê re. helkeftineke rast û dürt bipejirînin. Pêwîste siyaseta navnetwî jî xwe biguhere li hember binpêkirinên dewleta tirk û rewşa heyî bi bi guhertinên baş ve biçe. Ez di wê baweriyê deme wê jin pêşengtiyê ji vê mijarê re bike.”

Şêwira jinan bi nîqaşan dewam dike…