5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akinci: Parastina ziman parastina neteweya kurd e’

Platforma Demokrasî û Kedê ya Nisêbînê bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek girseyî da. Emdam û rêveberên HDP û rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Cejna Zimanê Kurdî pîroz be, Ziman Hebûn e” vekir. Li ser navê komê Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci daxuyanî da. Akinci xwest kurdî jî wekî hemû zimanên cîhanê serbest û azad be û wiha got: “Em ê her tim û li her qadê têkoşîna perwerdehiya bi zimanê kurdî bilind bikin. Divê zimanê me jî wekî her zimanî serbest û azad be. Em baş dizanin ku ne tenê çand, wêje û zimanê me, di heman demê de dîrok, xweza û hebûna me jî di bin şûrê qirkirinê de ye. Dixwazin kurdî û kurdatiya me tune bihesibînin. Xeteriya li ser me pir dijwar e.”

Akinci, destnişan kir ku hebûna neteweyî hebûna ziman e û wiha bi dawî kir: “Hebûna ziman, nasname û hebûna mirov e. Parastina çand û ziman parastina kurdî û kurdatiyê ye. Parastina ziman parastina hebûna neteweya kurd e.”

Platformê piştî daxuyaniyê panelek li dar xist. Nivîskar Ronî War û lêkolîner Mehmet Yonat di panelê de li ser girîngî û wateya ziman axivîn.