4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 kes di êrişa çeteyên DAIŞʹê de hatin qetilkirin

Çeteyên DAIŞʹê li bejahiya Humisê êriş bire ser komeke ciwanên ku dobelan berhev dikirin. Tê gotin ku 3 kes hatine qetilkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞʹê li herêma Meydan Şemalî ya gundewarên rojhilatê Humisê êrişî komeke ciwanan kir ku dobelan berhev dikirin. Di encamê de 3 kes hatin qetilkirin.

Di demên dawîn de êrişên wiha yên çeteyên DAIŞʹê zêde bûne. Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka 2023ʹyan ve li bejahiya Sûriyeyê 249 kes hatine kuştin, jê 11 çeteyên DAIŞʹê ne ku di êrişên hikumeta Şamê û yên Rûsyayê de hatin kuştin, 123 endamên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê ne û 115 jî sivîl in.