18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şîban ê ji helîkopterê avêtibûn 7 sal û 6 meh ceza hate birîn

Di danişîna derbarê Osman Şiban ê li Wanê ji helîkopterê avêtibûn û giran birîndar bû bi îdiaya doza “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin de 7 sal û 6 meh ceza lê hate birîn

Danişîna duyemîn a doza Osman Şiban ku li navçeya Şaxê ya Wanê hatibû binçavkirin û leşkeran wî ji helîkopterê avêtibû hat lidarxistin. Şiban bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin. Di danişîna li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê pêk hat de li Şiban 7 sal û 6 meh ceza hate birîn. Di danişîna ku Şiban tev lê nebû de parêzerê wî amade bû.

7 sal û 6 meh ceza

Dozger mutalaaya xwe ya danişîna beriya vê dubare kir û ji “endamtiya rêxistinê” ceza xwest. Piştî parastinên hatin kirin, dadgehê ji Şîban re 6 sal ceza birî. Di biryarê de sedem weke “çawaniya pêkanîna sûc, dem û cihê sûc lê hatiye kirin, dijwarbûna niyeta sûc, giraniya zerar û xeteriyê” hincet hate nîşandan.

Dadgehê pişt re ceza zêde kir û 9 sal û cezayê girtîgehê birî. Dadgehê dû re jî ceza daxist û 7 sal û 6 mehan.   Di biryarê de hate diyarkirin ku qedexeya derketina derve wê berdewam bike. Parêzer wê îtîrazî biryarê bikin.