5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kir

Li gundê Cîvlera Çanakkaleyê du malbat bi şer çûn. Cendirmeyên ku ji bo jêkvekirina malbatan hatin cihê bûyerê, welatiyê bi navê Suleyman Cabîr qetil kirin û îşkence li gelek endamên malbatê kirin.

Cendirmeyan, li gundê Cîvlera Çanakkaleyê ji şêniyên gund Suleyman Cabîr qetil kirin. Li gorî îddiayê malbata Cabîr ku ji Wanê koçî vir kiribû û malbata Ozenç ku xwecihên gund bûn bi şer çûn. Di encama şer de Enver Ozenç hate qetilkirin. Demek piştre cendirme hatin cihê bûyerê û êrişî malbata Cabîr kirin.

Lêpirsîn hate veşartin

Hat diyarkirin ku cendirmeyan li cihê bûyerê bi çekan Suleyman Cabîr qetil kir. Hat ragihandin ku cendirmeyên Cabîr qetil kir, endamên malbatê jî îşkence kirin û birin Qereqola Anafartalarê. Li gel vê, hat zanîn ku ji bo lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ve hatiye destpêkirin jî biryara nepeniyê hatiye dayîn.

Hat zanîn ku cendirmeyê ku Cabîr qetilkirî hate binçavkirin. Lê belê fermandarê ku fermana kuştinê dayî nehatiye binçavkirin. Parêzer Zîlan Leventoglû da zanîn ku endamên malbatê ji hêla cendirmeyan ve hatine îşkencekirin û leşkeran nîşana xwe li Cabîr girtine û wisa qetil kirine. Leventoglû, wiha domand: “Cendirmeyan gelek caran gule li endamên malbatê barandine û nîşana xwe li bavê malbatê jî girtine û gule li bin singê wî xistine. Li gel êrişa çekdarî, her wiha cendirmeyan pir bi dijwarî li endamên malbatê îşkence kirine.”