9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

30 sal şûnde Hasan Îpek berdan

30 sal şûnde Hasan Îpek serbest berhdan. Îpek herî dawî li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bandirmayê dihat ragirtin

Hasan Îpek ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê dihat ragirtin û 30 sal girtî bû, ji girtîgehê derket. Îpek, di sala 1993’yan de li navçeya Îskenderûn a Hatayê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Meletiyê cezayê muebbetê li Îpek birî û şande girtîgehê. Îpek, di 30 saliya xwe de kete girtîgehê û di 60 saliya xwe de derket. Îpek, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) ve bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin.

Îpek, li pêşiya girtîgehê axivî û wiha got: “30 sal demekî kin nîne lê armanca me jî jî pir mezin e. Em ji ber nasnameya xwe ketin girtîgehê. Niha hatim berdan lê dilê min li hundir ma. Yek bi yek hêviya her hevalekî heye. Dilê wan ji bo azadiyê lê dide û hêviyên wan ji me hene. Em li hundir jî bin li derve jî bin tiştekî diguhere tune ye. Me tiştekî xerab nekiriye û ji bo gelê xwe û hemû gelên cîhanê me têkoşîna demokrasiyê meşand. Îro li Rojhilata Navîn şer heye. Ji ber ku demokrasî û azadî tune ne. Têkoşîna demokrasiyê jî bêyî bedel nabe.”

Îpek, piştre ligel malbatê berê xwe da Êlihê.