22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

300 rêxistin û kesayetên navdar li dijî êrişên Tirkiyeyê derketin

Ji 29 welatan zêdetirî 300 rêxistinên sivîl û kesayetên navdar ji bo rawestandina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaznameyekê îmze kirin.

Hewldanên ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk mên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2’yê kanûnê de bi hevkariya 17 saziyên civaka sivîl pêngava berhevkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Navendê bi daxuyaniyekê encamên pêngava xwe aşkera kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo hat dayîn. Daxujyanî bi beşdariya nûnerên rêxistin û saziyên sivîl ên tev li pêngavê bûne ji aliyê Merwa Ilyas, Nûman Osman û Mazin Mihemed ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 29 welatan bi giştî 300 rêxistinên sivîl û kesayetên navdar piştgirî dane pêngava wan.

Daxuyanî wiha ye:

“Tevî ku Tirkiyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî şêniyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir jî, saziyên navdewletî yên têkildar bê deng in.

Dewleta Tirk ji 20’ê mijdarê û heta roja îro sûcên şer pêk tîne, ku zêdetirî 19 sivîl hatin kuştin, di nav de jin, zarok, xebatkarên tenduristiyê û rojnamevan, her wiha balafirên şer bêtirî 45 cihên binesazî yên girîng, bi taybetî stasyonên elektrîkê û benzînê, zeviyên petrolê û gazê û kulînên genim kirin armanc. Her wiha nexweşxane, dibistan û mizgeft jî wêran kirin. Gefên dewleta Tirk ên destpêkirina êrişên bejahî yên li ser herêmê hîna jî didomin.

Ji bo rawestandina vê dijîtiya berdewam, me 18 rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2`yê Mijdarê de dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir da ku bang li saziyên navdewletî û di serî de Neteweyên Yekbûyî bikin ku bêdengiya xwe bişikînin.

Di vê pêngava me de zêdetirî 300 rêxistin û saziyên civaka sivîl û kesayetên berbiçav ên siyasetmedar, nivîskar, ronakbîr, rewşenbîr, hunermend, rêberên olî û werzîşê ji 29 welatên cihêreng ên cîhanê daxwazname îmze kirin û ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirin ku li ser êrişên nerewa yên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin tedbîran bigire.

Tirkiyê, zagonên mirovî yên navneteweyî bi zanebûn binpê dike. Ji ber ku kuştina sivîlan û êrişkirina binesaziya bajar wek sûc tên dîtin, bêdengiya li hebmer vê yekê jî tê wateya hevkariya wê. Heta niha Neteweyên Yekbûyî bê deng maye, ev yek jî weke destûrdayînekê ji Tirkiyê re tê dîtin ku êrişî gelê sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Li ser vê bingehê, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina jiyana sivîlan, erkên xwe yên mirovî û mafên mirovan pêk bîne.”

Tê payîn ku lîsteya îmzeyan ji sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres re were şandin.