spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin

Dozên xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî ku bi KHK’ê hatibû girtin û Yenî Yaşamê hatin taloqkirin.

Li Stenbolê danişînên du dozên girîng ên rojnamegeran hatin dîtin. Yek ji dozan doza 7 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bû ku KHK’ê hatibû girtin û dozek jî doza Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin û nivîskarê rojnameyê Veysî Sarisozen bû.

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku bi KHK’ê hatibû girtin, 7 xebatkarên wê ji doza rojnameyê dihatin darizandin  û cezayê li wan hatibû birîn. Ev ceza beriya niha ji aliyê dadgeha îstînafê ve hatibû xerakirin û ji ber vê yekê doz ji nû ve tê dîtin. Danişîna 6’emîn a dozê li 23’yemîn Dadeha Cezayê giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamevan bi îdiaya “endamtî û propaganda rêxistinê”, “xelkê li kîn û dijminahiyê sor kirine” û “pesindayîna sûc û sûcdar” tên darizandin. Rojnamevan Reyhan Hacioglû, Hîcran Urun, Îshak Yasûl, Mehmet Alî Çelebî û parêzerên xwe Sercan Korkmaz, Ozcan Kiliç û Meral Hanbayat tev li danişînê bûn.

Rojnamegerî tê darizandin

Rojnamevan di danişînê de axivîn û destnîşan kirin ku ew ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin. Dozger jî mutalaya xwe ya ku cezayê berê têde tê daxwazkirin dubare kir. Rojnamevan Hîcran Urun, li dijî mutalaya dozger rabû û anî ziman ku ew mutala hemû ji nûçeyan û xebatên rojnamevaniyê pêk tê û ev darizandina rojnamevaniyê ye û xwest bê beraetkirin.

Mehmet Alî Çelebî jî anî ziman ku rojnamevan li gorî konjonkturê tên darizandin. Reyhan Hacioglû jî diyar kir ku rojnamevanî tê darizandin û xwest ew biryara şertê kontrola edlî ya derbarê wan de ku didome bê rakirin. Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û ji bo bikaribin li dijî mutalayê parastina xwe bikin dem xwestin.

Dadgehê biryara da ku der barê xebatên wê rojnameyê de rapora pispor bê xwestin, daxwaza rojnamevan a rakirina şertê kontrola edlî red kir û danişînê 22’yê adarê kir.

Danişîna Yenî Yaşamê

Danişîna 12’emîn a doza Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin û nivîskar Veysî Sarisozen ku ji ber nûçe û nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin , li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Akin û Sarisozen ku bi angaşta “Propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin tev li danişînê nebûn, parêzerê wan Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû.

Dadgehê da zanîn ku beriya niha ji bo Sarisozen û Tellî Sancak ê di dosyayê de tê darizandin biryara girtinê hatiye derxistin lê hêj înfaza wê pêk nehatiye. Dozgerê ku mafê axaftinê wergirt, xwest ku li benda vê biryarê were sekinîn. Dadgeha ku biryara xwe ya navberê aşkere kir, ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin danişîn taloqî 23’yê adarê kir.