4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo parêzer Ûysal 15 sal ceza hat xwestin

10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê xwest ku parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Ûysal bi 15 salan bê cezakirin.

Danişîna parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Ûysal ku di çarçoveya lêpirsîna ku der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû vekirin de biş angaşta “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ûysal tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Gulan Çagin Kalelî û Mehdî Ozdemîr amade bûn.

Dozger cezayê Tugluk mînak da

Dozgeriyê mutalaaya xwe dubare kir û diyar kir ku Ûysal tev li çalakiyên KCD’ê bûye. Dozger, bal kişand ser biryara erêkirina cezayê Aysel Tugluk a Dadgeha Bilind û got ku di dema pêvajoya qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de parêzeran komên tespîtkirina mafan û Whatsappê ava kirine. Dozgeriyê angaşt kir ku Ûysal bi rêk û pêk tev li çalakiyên KCD’ê bûye û xwest ku bi sedema “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê lê were birîn. Her wiha dozgeriyê xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya ûysal jî bidome.

Padgehê daxwaza parêzeran red kir

Parêzerên Ûysal jî ji bo bikaribin li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, dem xwestin. Parêzeran xwest ku tevdîra kontrola edlî ya miwekîla wan bê rakirin.  Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo demê qebûl kir lê daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî ya Ûysal red kir û danişîn taloqî 15’ê adarê kir.