19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karî û meroj

Niha reşeçileya zivistanê ye û ev sermaya zivistana sar a dawiyê ye. Rojek wê bê û dîsa bibe germ. Ez her sal li benda van rojan disekinim. Xwe bi xwe re dibêjim, wa ye çileyê mezin û yê biçûk jî derbas bibe êdî ewilê biharê ye, Êdî bêhna germahiya biharê hêdî hêdî ji erdê radibe û tîna xwe dide rewşa xwezayê. Ez çiqas ji van deman hez dikim, tu dibê qey ez ji nû ve van deman dibihîsim û di nav de şad û bextewar dibim.

Ev dem dema evîndariya min e, ez her roj dibim evîndar, ne evîndara xortekî, evîndara xwezayê. Ka bifikirin di nava xwezaya biharê de hezar cureyên xweşik hene, tu berê xwe bidî kîjan alî cur bi cur reng û bêhna xwezayê te di nava xwe de vedişêre.

Qet naxwazim ev dema biharê derbas bibe. Li gorî min havîn zû derbas dibe, bihar dereng derbas dibe, çiqas pê dilşa dibim! Sala par van deman, dîsa ez li benda hatina biharê bûm, ruhê min û biharê weke hev in, ê min jî çar demên min hene; Bihar, havîn, payîz û zivistan in.

Hevala min Porteqal wisa dibêje, ez wek van çar deman dijîm. Dibe ku gotinên wê rast bin jî lê ez zêdetir weke dema biharê dijîm. Porteqal jî dizane ez di kîjan deman de zêdetir dijîm, lewma hezkirina wê bi min re çûyîna kêleka çemê Erez, topkirin û çinîna meroj ( bi tirkî dibêjin kuşkonmaz) û kariyan e. Pir kêfa wê tê, kêfa min jî tê.

Rojekê me her duyan biryar da ku em biçin kêleka çemê Erez, Porteqalê got; were vê carê em derbasî aliyê din ê çem bin, min got; Em her du jî avjeniyê nizanin, em ê çawa derbas bin? Got, “Em ê destê hev bigrin, ji xwe turikê me tijî karî û meroj in, ew ji me re dibe giranî û em bi avê da naxeniqin, em dikarin derbas bin”. Yek ji min û yek ji wê, me deste hev girt û ketin nava çem.

Dema em hinekî di nava avê de çûn, me dît ku ew qûma di binê lingên me de diherike, av me kaşî binê xwe dike, bi qîreqîr û hewar hewara me, min got Porteqalê, “porkurê em van tûrika ji stûyê xwe biavêjin, dibe ku hinek sivikayî çêbe yan xilasbûna me tune ye, li der û dora tu kesek jî tune were hewara me.”

Me ew tûrikên tijî karî û meroj avêtin nava çem, ew bi wê de çûn û me xwe li qurmekî dara nava çem girt, hêdî hêdî, gav bi gav me xwe ji nava xeniqandina avê xilas kir. Lê ew dema me ruhê xwe jî li ber çavê xwe dît. Min got, “Careke din ez tev li vî aqilê te yê sivik nabim û xwe navêjim nav çemê Erez. Ev gotinên min bi wê giran hatin, çendekî qet bi min re xeber neda, niha dîsa li der û dora min diçe û tê, ya bi xêr… Piştî wê demê min dilê wê germ kir, me hev û du fêm kir ku careke din em wisa bi çavgirtî xwe navêjin nava ava bêbinî…. Karî û merojên me jî çem û çem çûn.