27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çanda kurdî de Cejna Pîr Şalyar

Cejn û ahenga Pîr Şalyar li Hewramanê vedigere demboriyeke dêrîn û dîrokî. Kurd wê cejnê pir pîroz û giring dibînin û wek yek ji cejn û boneya kurdiya kevnare dibînin. Her sal li Hewramana Text bi rê ve diçe

Cejna çileyê mezin di sê rojên pêşî yên meha 2’yemîn a sala mîladî de, wek yek ji cejnên kurdî yên kevnar ku di dînên kurdî yên yarsanî, zerdeştî, êzîdî de her sal bi nav û dengê cuda li Hewraman û Laleşa Nûranî tê pîroz kirin.

Nîqaşên cuda hene li ser kesayetiya Pîr Şalyar an ‘Pîr Şehryar’.  Li gorî hin jêderkan navê wî Xwedadadê kurê Camasp e. Wek Pîr Şalyarê Hewramanê navdar e. Ew yek ji pîrên herî mezin ê peyrewên dînê yarsanî ye. Li gorî van agahî û çavkaniyên yek ji destnivîsên pirtûka Serencamê di paja Dewrên Şahxoşînê de hatiye nivîsandin. Pîr Şalyar di 1006’ê zayinê li Hewramanê zad bûye. Di dema ciwaniya xwe de berê xwe daye Loristanê û çûye ba Şahxoşînê. Sê salan li wir maye û dû re li ser daxwaza Şahxoşînî vegeryaye Hewramanê û bangxwaziya bîr û baweriya yarsaniyê kiriye. Di sala 1098’ên zayinî wefat kiriye.

Cejna Pîr Şalyar

Cejn û ahenga Pîr Şalyar li Hewramanê vedigere demboriyeke dêrîn û dîrokî. Kurd wê cejnê pir pîroz û giring dibînin û wek yek ji cejn û boneya kurdiya kevnare dibînin. Her sal li Hewramana Text bi rê ve diçe. Ahenga Pîr Şalyar ku hewramiyan bi xwe jê re dibêjin: “Zemawenû Pîrî” du dem û du paj in anku nîvê zivistan û nîvê biharê.

1: Di zivistanê de roja çarşemê ta roja înê didome, li gorî salnameya kurdî dikeve destpêka meha çileya mezin anku sê rojên pêşî yên meha 2’yemîn a sala mîladî dest pê dike û 3 roj û 3 şev didome.

2: Di 15’ê gulanê de her sal vê cejn û ahengê bi navê cejna Komasa yan Komsayê ye li kêleka gora Pîr Şalyarê 3 roj û 3 şev bi rê ve diçe, bi zîkir, lava, aheng û govendên, xwarin û vexwarin, şîrînî, gûz, mêweyên taybet û qûrbanî kirinê didome.

Di van 3 roj û 3 şevan de dab û nêrîtên dîrokî yên wek ‘Kilaw roçne yan jî Kilaw rojne’, qûrbanî kirin, pêjîna xwarina tiştînê, govend û semayên îrfanî, parvekirina gûzên di baxê Pîr Şalyar de, merasîma Kilaw rojne, qûrbanîkirina jalan, şevnîşînî, nimêj û dua, dest gerandin bi dola Pîr Şalyar anku dîdara kewşa çermî ya Pîr Şalyar û pêjîna Kulêre Mejgeyê di nava xelkî de ta sê roj û 3 şevan bi rê ve diçin. Zarok beyaniyên roja çarşemê di grupên sê kesî û çar kesî de kilaw rojneyê destpê dikin ta saet 9 û dû re qûrbanîkirina ajalan dest pê dike, êvara roja pêncşemê bi govend, zikirên îrfanî û ta danî beyanî ya roja înê didome, dû re diçin ser gora Pîr Şalyar û merasîma dua xwendinê bi rê ve diçe.

Hin jêderka vê ahengê vedigerînin daweta zewaca Pîr Şalyar û Bihar Xanima Şahzadeyê Buxarayê ku kurdên Hewramî her sal bo bîranîn û pîrozkirina wê, aheng, stran, hûzan(şîîr), govend, defjenîn, sirûd û gotinên olî vê cejnê pîroz dikin û bi bîr tînin.

Helbet di wê demê de di nav zerdeştiyan de jî du cejn bi rê ve diçin bi navê cejna mîgregan û cejna tîreganê.

 Li Hewramanê cejna Pîr Şalar

Niqaşên cur bi cur li ser navê Hewramanê hene lê piranî peyva Hewramanê ji du pajên ‘hûra’ anku ‘ahûra’ û ‘man’ê anku der, mal, welat pêk tê. Anku welatê ahûrayî û welatê pîroz û welatê rojê. Hûr an xûr û xor anku roj û tav. Xelkên Hewramanê bi diyalekta hewramî dipeyvin. Hin ji dîroknasan dîroka vê cejnê vedigerînin hezar sal berê û hinek din jî vedigerînin zêdetirî hezar sal berê. Birêveçûna vê ahenga birûmet a civaka kurdî û dilsoziyên civakê bo çalakiyên çandî, amajeya entelktualî, kenvarî û şaristaniya vê erdnîgariyê û çanda vê civakê şan dide. Di vir de baştir xuya dibe ku peyva ‘Pîr’ bê sedem neketiye nava rêbaza sofîgeriyê û ev asta pîrîtiyê asta serfiraziya rêwîtiyeke dûr û kûr a rewşenî û ronahiyê ye. Ronahiya Mîtra û eşq, ronahiya dûrketin ji nefamî û nezaniyê. Ew xwedî pêgeh û wateyeke kûr a Kurdistan û Zagrosê ye. Peyva ‘pîr’ hêmaya pakî, ronî û behayî ya xwezaperwerî û xwedaperestî ye. Ew di zêhn, ruh û çanda kurd û hewramiyan de dijî. Hewraman xwedî, huner, kinc, xwarin, muzîk, fikir, bawerî, çandên taybet in. Mêrên wê rank û çoxe, mişkî, ferencî û jinan jî canî, kulince, şal û şedeyên rengal dipoşin.

Hûzan û şîîrên Pîr Şalyar ku ta niha berdest in evên jêrîn in, goya di pirtûka “Dewrên Şahxoşîn”ê de hatine wergirtin.

1 . Yaran ce rêwas, yaran ce rêwas

Padşam peyda bî, ce daney rêwas

Meşye û Meşyane, beraman ce was

Perê azmayî, mêrdan rewash

2 . Werê wawe ro, werwe werêne

Werêse biryo, çiwar serêne

Kergê siyawe, hêlêş çermêne

Guşlê me mêryo, dûre berêne

3 . Daran giyan daren, cerg û dil bergen

Gayê pir Bergen, gayê bê bergen

Kerge ce hêlên, hêlê ce kergen

Rewas ce rewash, wergê ce wergen

Têbînî: Van wênebeytan hin ji wan bûne peyvên nesteq di nav xelkî de, bi her hawî van îcatan di wêjeya Sofîzimê ve nêzîk in.