3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pergala rant û komkujiyê: Efûya ji bo îmarê

Ji bo rantê, kêmasiyên budçeyê û hesabên hilbijartinan bi qedera gel re dilîzin. Tevî ku rêxistinên civakî yên sivîl li dijî derketine, AKP’ê ji polîtîkaya xwe ya bi navê ‘aştiya îmar’ê bi israr kir û derî ji komkujiyan re vekir.

6 roj li ser erdheja ku li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê qewimî, derbas bûn. Piştî her du erdhejên bi şîdeta 7,7 û 7,6 ya navendî ya Bazarcix û Elbîstanê, car din ‘aştiya îmar’ê ku weke polîtîkayên rantê tê dîtin, hat lêpirsînkirin.

Bi navê aştiya îmarê rantê efû dikin

Qanûna yekem bi serokatiya Tûrgût Ozal piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li ser esasê polîtîkayên neolîberal, efûya îmarê ya 1984’an hat derxistin, herî dawî di 2018’an de hat dubarekirin. Di sala 2002’an de bi lez polîtîkayên neolîberal, weke polîtîka û bernameya hikumetê ya esas hat dîtin. Di dawiya sala 2022’an de serokê BBP’ê Mûstafa Destîcî ku şirîkê herî biçûk ê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, qanûna aştiya îmarê hat pêşkêşkirin. Bi vî awayî ji 1980’an û vir ve 14; di dema desthilatdariya AKP’ê de hewl didin ku efûya îmarê ya 9’emîn bê derxistin. Efûya îmarê ya 9’emîn li Komîsyona Jîngehê ya Meclîsê ma.

Weke her gav xwe ji berpirsiyariyê dişo

Giregirên desthilatdariyê di daxuyaniyên xwe de, ji bo aştiya îmarê qaşo “mexdûriyeta welatiyan” nîşan da. Wezareta ku kaseya dewletê tijî dike, berpirsyariya xwe ya kontrol û lêkolînê xiste ser milê civakê. Bi vî awayî dewlet bi daxuyaniya ji bo bikaranîna kel û pelên pêwîst, çêkirina projeya şaş û kontrolkirina kêmahiyan, ji berpirsyariyê reviya.

TMMOB: Efûyên îmarê divê bên qedexekirin

Di rapora ku ji aliyê TMMOB’ê ve piştî erdheja 2020’an a Îzmîrê de hat amadekirin de, dihat xwestin ku hemû rûhsatên di bin navê aştiya îmarê de bên betalkirin. Di rapora beriya sê salan de bala van xalan tê kişandin, “Bi nêzîkatiya rantê avakirin û kontrolkirina pêvajoya avahiyan, dibe sedemê encamên hilweşîner ên erdhejê. Divê avakirinên bêkontrol û qaçax demildest bê bidawîkirin. Divê efûyên îmarê werin qedexekirin.”

Pergala komkujiyê: ‘Aştiya îmarê’

Serokê Desteya Koordînasyona Mereş û Odeya Mîmarên Mereşê Endezyar Yûnûs Emre Kaçmaz bertek nîşanî aştiya îmarê da ku sala 2022’yan pêşkêşî meclîsê hatibû kirin. Kaçmaz got ku efûkirina tiştên bi qeaçax, ne aştiya îmarê ye komkujiya îmarê ye.

Ji bo hilbijartinan ‘aştiya îmarê’ derdixin

AKP’iyan bi aştiya îmarê ya ku weke pergala rantê tê dîtin, bê navber mexdûriya gel dida pêş. Endamê Komîsyona Îmarê ya Meclîsê yê AKP’î wiha got: “Qanûneke pêwîst bû. Hem dewlet hem jî welatî wê qezenc bikin.” Lê sala 2018’an Wezîr Mûrat Kûrûm têkildarî qanûna aştiya îmarê axivî û got ji ber ku pereyê bi aştiya îmarê armanc kiribûn, bi dest nexistin ji bo aştiya îmarê wê demê dirêj bikin. Kûrûm bi bîr xist ku wê 31’ê cotmehê dema serlêdanê xilas bibe û diyar kir ku pereyê ku berê “40 milyar TL” dihat hedefgirtin jî di 5 milyar TL’ê de maye.

Aştiya îmarê ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê weke pergalek rantê dibîne, ji aliyê kesên nêzîkî desthilatdariyê ve di reklaman de hat lîstin û weke tiştekî baş pêşwazî civakê kirin. Wezareta Bajar û Jîngehê sala 2018’an filmê reklamê yê aştiya îmarê hat kişandin. Di filmê reklam de lîstokvan Hasan Kaçan ku bi nêzîkatiya xwe ya bi AKP’ê tê naskirin, cih girt. Kurt û kurmancî ji bo berjewendî û nojdariya gel na, ji bo rantê, kêmasiyên budçeyê û hesabên hilbijartinan qedera gel re dilîzin.