3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin

Ji gundê Kalbûrcû yê Semsûrê dilxwazên erhdejê û gundiyan xwe gihand ajansa me û diyar kirin ku tu alîkarî negihiştiye gundên Bûlam û Çêlikan û ragihandin cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tên xwarin.

Ji gundê Kalbûrcû yê bi ser Semsûrê ve ku xisareke mezin a erdhejê lê çêbûye, dilxwazên erdhejê û gundiyan xwe gihand ajansa me û ragihand ku alîkariya gel û a AFAD’ê negihîştiye gundên bajaroka Bulamê û navçeya Çêlikan û cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tên xwarin. Li gundê Kalbûrcû kesekî jiyana xwe ji dest nedaye lê welatî di şert û mercên zor de dijîn û alîkarî ji wan re neçûye. Gundiyên Kalbûrcûyê û dilxwazên erdhejê yên gihîştin gundên herêma Bûlam û Çêlikan ragihandin ku welatiyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji sermaye dimirin û cenaze ji aliyê guran ve tên xwarin. Welatiyekî ji gundê Kalbûrcûyê ji kamerayê re axivî wiha got, “Kes nikare xwe bigihîne gundên çiya. Rê girtî ne. Kevir û tat ketine ser rê û ji berfê rê hatine girtin. Cenazeyên ji bin xirbeyan hatine derxistin, guran birine.”

AFAD hincetên pûç derdixe û naçe gundan

Gundiyan diyar kir ku ji ber ku rê girtî ne kes nikare xwe bigihîne gundan û tîmên AFAD’ê xwe negihandine gundan. Li gundan telefon şebekeyên telefonan nakişînin. Hat zanîn ku heta serlêdanek fermî nebe AFAD tîmên xwe naşîne gundan.

Gotina miha bêxwedî gur dixwe di erdhejê de bû rastî

Dilxwazekî erdhejê jî xwe bi peyameke deng gihand ajansa me û wiha got, “Cenazeyên tên derxistin ji aliyê guran ve tên xwarin. Mirov di rewşeke gelek zor de ne. Gundî bi derfetên xwe kêm xizmên xwe di bin xirbeyan de derdixin. Guran xwe berdaye gundên Bulam û Çêlikan. Gur van cenazeyan dixwin. Welatî ji aliyekî ve cenazeyên xwe ji bin xirbeyên derdixin û ji aliyekî ve jî ji tirsa guran tiştek nakin. Welatî di rewşek mexdûr de ne. Ji kerema xwe alîkariya lezgîn bigihînin gundên Bûlam û Çêlikan. Ji kerema xwe berê tîmên alîkariyê û piştevaniyê bidin gundan. Qet nebe em wan mirovan ji wir derxin.”