Ji aliyekî ve hejmara miriyên di erdhejê de zêde dibe, li aliyê din jî bêeleqedariya hêzên dewletê ya ji bo hewldana rakirina kavilan dewam dike. Çavkaniyên ji herêma erdhejê diyar dikin ku hê bi deh hezaran kes di bin kavilan de ne, ev jî metirsiya pirtir zêdebûna hejmara miriyên erdhêjê bi xwe re tîne.
Her wiha li gelek cihan gelek kes di bin kavilan de ne lê rayedarên dewletê li gelek cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê diqedînin.
Li herêma erdhejê agahiyên talankirinê û diziyê jî zêde bûne. Rojnameger û dilxwazên li herêmê diyar dikin ji ber kêmasiya xurekê, gelek kes neçar dimînin dikanan talan bikin lê hin derdor jî keysbaziya vê yekê dikin û malan û alîkariyên ji mexdûrên erdhejê re tên şandin, talan dikin.