6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pisporê erdhejê yê Japon: Li Tirkiyeyê avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin

Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinor, Morîwakî diyar kir ku avahiyên li Tirkiyeyê ne li gorî Rêziknameya Erdhejê ya Avahiyan tên çêkirin û got: “Li Tirkiyeyê avahî bê destûr tên çêkirin, malzeme tên dizîn û kontrol nayê kirin, lewma bi temamî hildiweşin.”

Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinor Morîwakî diyar kir ku avahiyên li Tirkiyeyê ne li gorî Rêziknameya Erdhejê ya Avahiyan tên çêkirin û got: “Li Tirkiyeyê avahî bê destûr tên çêkirin, malzeme tên dizîn û kontrol nayê kirin, lewma bi temamî hildiweşin.”

Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdhejên dijwar çêbûn. Tê gotin li 10 bajaran 6 hezar û 444 avahî hilweşiyane û her ku diçe bîlançoya qurbanî û birîndaran jî giran dibe.

Pisporê erdhejê yê japonî Yoshînorî Moriwakî erdhejên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Yûsra Batihanê re nirxand. Morîwakî da zanîn ku di vê erdhejê de jî careke din diyar bû ku Tirkiye ji erdhejê re ne amade ye.

Enerjiya berhevbûyî dipengize

Morîwaki destnîşan kir ku Xeta Fayê ya Bakurê Anatoliya Tirkiyeyê ji Erziromê dest pê dike û ber bi Bolû, Adapazari, Îzmît, ji Behra Marmarayê derbasî Çanakaleyê dibe û ev Xeta Fayê ji Çanakaleyê xwe berdide herêma Egeyê û ji wir jî derbasî Başûrê Kibrisê dibe. Morîwakî anî ziman ku Xeta Fayê ya Rojhilatê Anatoliyê jî ji Xarpêtê dest pê dike û ber bi Mereş, Hatayê ve diçe û xwe ji wir berdide Bakurê Kibrisê û wiha got: “32 sal berê hejmara erdhejê û mezinahiya wê kêm bû. Helbet di 1999’an de 7.4 erdheja Marmarayê çêbû û di sala 2011’an de jî bi pileya 7.2 li Wanê çêbû. Lê belê vê xeta fayê sê sal berê li Xarpêtê dest bi şikestinê kir. Min berê jî gotibû şikandina vê xeta fayê dê ji jor ve dest pê bike û ji Xarpêtê dest pê kir û dê were van deran. Di heman demê de li Manîsa, Mûgla û Îzmîrê erdhej çêbûn. Li Tirkiyeyê platoyeke ku xeta fayê digire heye û kêleka vê platoyê tê wateya xeta fayê. Li Tirkiyeyê bi giştî tevgere dest pê kir û em dikarin bêjin enerjiya xwe heta niha berhev kiriye niha diavêje derve.”

Avahî bê kontrol tên çêkirin

Morîwakî diyar kir ku li rêziknameya avahiyan a Tirkiyeyê ya avahiyan ku di sala 1998 û 2018’an de guheriye dişibe rêzkinameya Japonyayê û wiah axivî: “Em dikarin bêjin ku di hin xalên biçûk de rêziknameya Tirkiyeyê ji rêziknameya Japonyayê hişktir e. Lê belê di warê sepandinê de rêzikname nayê şopandin. A rast divê dema ruxset ji şaredariyan hatin girtin û heke xeletî hebin divê şirketên kontrola avahiyan wir kontrol bikin. Lê belê gelek avahî bê ruxset, bê destûr û qaçax tên çêkirin. Li Tirkiyeyê li hin herêman tenê çend avahî li gorî rêziknameyê tên çêkirin lewma saxlem dimînin. Ji ber ku ew qas avahî bi awayekî tekûz nayên çêkirin, bi temamî hildiweşin. Li Japonyayê avahî hilnaweşin. Heke avahî hilweşe jî tenê di qata yekemîn de hildiweşe ango xwar dibe. Heke avahî xeisareke giran bibînin jî lê bi temamî hilnaweşin. Halbûkî li Tirkiyeyê ji ber ku avahî bê destûr tên çêkirin, malzemeyên înşaetê tên dizîn û kontrol nayê kirin, bi temamî hildiweşin. Heke kontrol tam bê kirin dê ev yek neqewime.”