27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romaneke realîteya civakî ‘Dengê Zê’

Lokman Polat

Romana bi navê Dengê Zê navê romana helbestkar û romanivîsê kurd Mehmet Akdogan a duyem e. Berê sê pirtûkên wî yên helbestan û romaneke wî ya bi navê Bayê Cîlo derketibû. Romana Bayê Cîlo romaneke bûyerên ku li gundekî herêma Botan a li bakurê Kurdistanê pêk hatibû û her wiha berxwedana gundiyên wî gundî bûbû mijara naveroka romanê.n

Ev romana M. Akdogan a duyem romaneke realîzma civakî ye. Di romanê de realîteya civaka kurd, bandora dîn-ol li ser civakê, di medreseyan de perwerdeya olî û bûyerên nebaş û qirêj ku di wan medreseyên mizgeft û terîqetan de pêk tên bi şêweyeke realîst raxistiye ber çavan.

Hem romana M. Akdogan a yekem û hem jî ev a duyem ji hêla ravekirina bûyer û teswîra gund û xwezayê ve gelek serketî ne. Ev romana wî ya duyem ji ya yekem baştir e, serketîtir e. Romana Dengê Zê ji hêla honandin, hevoksazî û vegotina wêjeyî ve jî romaneke serketî ye. Zimanê ku romannivîser di romanê de bi kar anîye zimanekî edebî ye, zelal e, pak e, kurdîyeke standart a nivîsînê ye.

Bûyerên ku di her du romanên M. Akdogan de têne rave kirin, bûyerên ku bi rastî jî qewimîne, qal kiriye. Jixwe ev şêwe rengê realîzma civakê dide romanê. Bûyerên ku di naveroka romanê de hatine rave kirin li bakurê Kurdistanê li gelek herêman hatina jiyandin, bi taybetî jî herêma Botanê, Serhedê, Çolemêrgê de bûyerên wiha pir û pir qewimîne.

Di ravekirina mijaran, bûyeran de û di taswîrên berfereh ên deşt û newalan, çiya û kendalan, çem û kaniyan , gundî û gundan de ji bo ku nivîskar li wir jiyaye, li wan deran geriyaye û herêmê baş nas dike lewre jî bi teswîrên xurt ew der teswîr kirine, berfireh qal kiriye.

Di romanê de pevgirêdana beşan û bûyeran, qalkirina mijarên di nav cîhana romanê de herikbar e. Vebêjê romanê ku nave wî Mustefa ye, pir baş û xweş behsa gundê xwe, behsa medreseyê, feqe û melayên mizgeftê û bûyerên wir dike.

Di medreseyên berê yên dema desthilatdariya Osmaniyan de, perwerdeya olî li Kurdistanê bi kurdî û erebî bû. Di dema komara kemalîst de perwerde bi tirkî û erebî ye. Di medereseyên berê yên li Kurdistanê de feqe fêrî wêjeya kurdî dibû, bi hest û ruhekî kurdewarî û kurdistanî perwerde dibûn. Lê niha fêrî îslama siyasî dibin, perwerdeya li dijî kurdewariyê, li dijî welatparêzî û kurdperweriyê  dibin.

Di romanê de ziyareta serlêdana Şêx, mirûdiya feqeyan, paşê çûyina vebêj a gundê xwe, ji gundiyên xwe re biyanîbûn, li pêşberî gundiyên wî rewşa wî ya derûnî, nakokiyên ku li gund derdikevin pêşberî wî, tê de ecêbmayîna diya wî û hwd, gelek baş hatiye rave kirin û xwîneran dide fikrandin.

Min bi sedan romanên kurdî û tirkî xwendine, naveroka romana M. Akdoganî, mijarên ku tê de tên qal kirin û bûyera tecawizkarê pedofîl di ti romaneke din de tune ye. Ev romana sosyal realist ku realîteya rastiya civakî û beşeke bûyerên rasteqînî yên di nav beşeke civakê de pêk hatiye aniye zimên, romaneke serkeftî ye. Heger ji min bipirsin ku kîjan romanên kurdî yên serkeftî ne, ez ê di nav romanên kurdî yên serkeftî de di serî de navê romana Dengê Zê bidim.

Di beşeke romana Dengê Zê de tê qalkirin, di 21 adarê de ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li bajêr, li der û dorê, li çiya û kendalan, li diyarê zinaran agirê Newrozê tê pêxistin. Seydayê mizgeftê hemû mele û feqiyan dicivîne û ji wan re dibêje : ”… ev bajar ketiye destên şeytan û minafiqan. Rojperest û agirperest di vî bajarî de bli gorî dilê xwe reqs û dîlanên xwe dikin. Îro şeytan bûye xwediyê vî bajarî… Ev elametê qiyametê ye. ” Rûpel: 179.

Li Gewerê kujerê/qatîlê olperest ê bi navê Selçûk ku ne ji Gewerê ye tirkekî kontra ye ji cihekî din hatiye û li Çolemêrgê û Gewerê kurdên welatparêz dikuje, vêca ew ji alî kurdên welatparêz ve tê kuştin. Kuştina Selçûk tirsê dixe dilê feqe, mele û kujerên olprest. Ew ditirsin ku dê li pey hev werine kuştin.

Zilamên dewleta kûr, birêvebirên Jîtemê, ji olperestên kujer re nasnameya Jîtemê çêdikin. Ji bo ku hêzên dewletê yên fermî ji wan re astengî dernexin û wan biparêzin. Piştî demeke Yûsifê ku pirtûkxane vekiriye û pirtûkên olî û Quranan difiroşe, pirtûkxaneyê ji bo şerê taybet re xizmet bike bi kar tîne,

Di romanê de çekdarê ku nasnavê wî Agir e, di nav gel de dibe weke efsane. Ew gelek çalakî li dijî artêşa dagirker, polîs, Jîtem, kontra û kujerên olperest pêk tîne. Zilamên Jîtemê û kontrayan dikuje û lewre jî gel pesnê wî dide.

Ez ê bahs nekim û ew Agirê leheng kî ye û çawa tê girtin? Ev jî bila ji bo xwîneran, bi taybetî jî ji bo xwînerên ku vê gotara min dixwînin weke meraq bimîne. Divê xwîner meraqdar bin, meraq bikin û herin vê romana hêja û serketî bikirin û bixwînin. Binêrin min kirî û xwend. Divê hûn jî bikirin û bixwînin ku pirtûkên kurdî, romanên kurdî werine firotin. Weşanxane ji nefirotina pirtûkên kurdî dilzar in, lome dikin, divê pirtûkên kurdî werine kirîn û xwendin û pazara pirtûkên kurdî geş bibe.

– Dengê Zê / Mehmet Akdogan / Weşanên Payiz / 330 rûpel 