4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CÎSST: 17 hezar û 600 girtî ji erdhejê bandor bûne

Li gorî agahiyên CÎSST’ê diyar kirine erdhejê yekser li ser 17 hezar û 600 girtiyan bandor kiriye û bang li Wezareta Dadê kir ku demildest têkildarî rewşa girtîgehan û girtiyan agahî bide.

Komeleya di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) têkildarî rewşa girtîgehên li herêmên erdhejê lêçêbûye daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin li gorî daneyên girtekên meclisê û berhevkirina agahiyên li ser înternetê ev daxuyanî hatiye amadekirin. Di daxuyaniyê de wiha cih dane hejmara girtiyan: Li Girtîgeha Servekirî ya Mereşê 3 hezar 830, li girtîgehên Dîlok, Islahiye, Şehîtkamîlê 7 hezar û 600, li girtîgehên Osmaniye û Toprakkaleyê hezar û 240, li girtîgeha Hatayê 3 hezar û 500, li girtîgeha Servekirî ya Semsûrê 60, Li girtîgeha Argan (Akçadag) a Meletiyê hezar û 370 hene. CÎSST’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi giştî li girtîgehên herêmên erdhejê rasterast bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan bûye û bandora erdhejê li ser nêzî 70 hezar xizmên girtiyan jî kiriye.

CÎSST’ê diyar kir ku ji 6’ê sibatê ve tenê sê agahdariyên çapemeniyê li ser malpera înterneta Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan hatiye weşandin û girtiyên li girtîgehên herêmên erdhejê agahî ji malbatên xwe negirtine û malbatên wan jî agahî ji girtiyên xwe negirtiye. CÎSST’ê banga lezgîn li Wezaretê Dadê kir ku demildest der barê rewşa girtiyan û girtîgehan de agahî û daxuyanî bide.