27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DGF’ê Kalo bi bîr anî

DFG’ê belavkarê rojnameya ‘Azadiya Welat û Ozgur Gundemê’ Yilmaz Yakût di yekemîn salvegera mirina wî de ew bi bîr anîn.

Yilmaz Yakût ku di sala 1977’an de li Amedê ji dayik bû û bi navê “Kalo” dihat nasîn û yek ji generalên biçûk” ên Apê Mûsa bû, sala borî ji ber îşkence û teda ku lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. Kalo, di salên 1990’î de rojnameya ‘Azadiya Welat û Ozgur Gundem’ nas dike û bi salan belavkariya her du rojnameyan dike. Dema belavkariya her du rojnameya polis gelek caran êrîşî Kalo dikin û wî di îşkenceyên giran re derbas dikin. Her wiha gelek caran jî polis ew binçav dikin û gefa kuştinê lê dixwin. Lê tevî van hemû şert û mercan jî heta ku giran nexweş ket jî Kalo belavkarî kir.

Di yekemîn salvegera mirina xwe de Kalo ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya ya li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbat, hevpîşeyên wî, rojnameger, Hevserokê PENa Kurd Ome Fîdan û endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) di bîranînê de amade bûn. Beşdarên bîranînê berî ku daxuyanî bidin wêneyên Kalo danîn ser gora wî.

‘Bîr anîn zor û zehmetin’

Di bîranînê de destpêkê endamê DFG’ê Heqî Boltan axivî û bi bîr xist ku dema belavkarî kiriye gelek tede îşkence li Kalo hatiye kirin û wiha got: “Her dem bîranîn zor û zehmet e. Em li ser kar û xebatê hevalê xwe yê xebatkar Yilmaz Yakût tînin ber çavên xwe. Zilm û zextên desthilatdaran di bedan û jiyana Kalo de xwe dida nîşandan. Mirov tenê li jiyana wî binêre wê zilma faşîzmê jî bibîne. Xebatên Kalo di çapemeniye de jî mînak bûn. Ew mînak divê her tim bê bibîranîn û weke pirtûkeke çapemeniyê bê xwendin. Tu carî bi paş ve gav neavêt. Tu car berjewendiya xwe nekir pêşiya karê xwe. Her tiştê wî ji bo rastiya bigihîne gel bû. Heta dawiyê wezîfeya xwe ya genaraltiyê pêk anî. Em li ber kar û bîranînên wî bejna xwe ditewînin

‘Pir durist bû’

Piştre dayika Kalo Mevlûde Yakût axivî û ev tişt anîn ziman: “Gelek caran li ber çavên min neheqî lê hat kirin. Gelek caran jî dema ku dihat malê min didît ku tundî lê hatiye kirin û min ew dibir derman dikir û jê re digot çibûye? Ji min re got dev jê berde. Wî ji min re nedigot hevalên wî ji min re digot ku piriya lêxistine wisa biye. Her tim digot, ‘Em ketine vê rêyê divê heta dawiyê em erka xwe bi cih bînin.’ Rojeke min jê re got çima tu nikarî rê vê biçî lê negot. Paşê em hîn bûn ku tundî lê hatiye kirin û lêdane. Jê re gotin ‘em ê te bikûjin’. Merivekî pir rast û dirûst bû. Digot bila hemû kes di rêya rast de biçin. Digot ez dimirim lê nikarim doza xwe bibim serî.” AMED