6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MYK’ya HDP’ê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi rojeva mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê, hilbijartin û “Konferansa Komara Demokratîk” civiya.

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar civiya. Di civîna ku li Navenda Giştî ya HDP’ê de hat lidarxistin de mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku di 15’ê çile de li Kartala Stenbolê pêk hat û xebatên li ser amadekariyên hilbijartinê hatin nirxandin.

MYK’yê di civînê de dê xebatên têkildarî “Konferansa Komara Demokratîk” a ku dê di 4-5’ê sibatê de li Stenbolê bê lidarxistin girte rojeva xwe.

Her wiha tê payîn ku MYK’ya HDP’ê di civînê de 22 meh in agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û çalakiya parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîda Îmraliyê daye destpêkirin jî hilda rojeva xwe û nirxand.