28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna çapemeniyê ya navenda HDP’ê de ya diyar kir ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û armanc û plana dozê ew e ku HDP’ê tasfiye bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar têkildarî geşedanên doza girtina li dijî partiya xwe li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da.

Sancar anî ziman ku wan têkildarî doza girtinê ya HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û wiha got: “Di dosyeya girtinê de rêgezên hiqûqî yên gerdûnî li ber çavan nehatine girtin. Ev rewş ne rewşeke ku bi qanûnê were ravekirin e. Ev beşek ji operasyoneke siyasî ye. Heke em pêvajoya beriya dozê bi bîr bînin, serokkomarê AKP’yî der barê HDP’ê de daxuyani dabûn. Piştre hevkarê biçûk ê hikumetê MHP li dijî partiya me dest bi kampanyayê kir. Daxuyaniyên tund ên bıgef û şantaj, ji bo vekirina dosyeya girtinê da. Di encama vê kampanyayê de doz di rojeke watedar de hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 17’ê adara 2021’an de îdianame radestî Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Yanî rojek beriya kongreya MHPê. Tevgerên bi vî rengî yên sembolîk piştre jî berdewam kirin. Ev doz xwedî karakterekî siyasî ye. Armanc û plana vê doza girtina HDP’ê ew e ku siyaseta demokratîk tasfiye bike.”