13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîra Parastinê ya Almanyayê istîfa kir

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht ji ber exneyên di medyayê de lê hatin kirin nameya îstîfayê pêşkêşî Serokwezîr Olaf Scholz kir

Wezîrê Parastinê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twîtterê yê Wezareta Parastinê ya Almanyayê de diyar kir ku wê biryar daye ku dest ji wezîfeya xwe berde û ev yek ji Serokwezîr Scholz re ragihandiye.

Lambrecht di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nîqaşên der barê wê de di medyaya almanî de û wiha got: “Çapemeniya ku bi mehan li ser min radiweste, rê nade ku nûçe û nîqaşên objektîf li ser leşker, hêzên çekdar û biryarên polîtîkaya ewlehiyê yên ku di berjewendiya welatiyên alman de ne, bên kirin.”

Lambrecht her wiha sedema istîfakirina xwe jî wiha nirxand û got: “Ez difikirim ku divê xebata giranbuha ya leşkeran û gelek kesên di artêşê de ne, di rêza herî pêş de be. Ji ber vê yekê min biryar da ku dev ji karê xwe berdim.”

Çi qewimî?

Christine Lambrecht di dema wezîfeya xwe de bûye hedefa rexneyên gel. Lambrecht ku di çileyê 2021’ê  de bûbû Wezîrê Parastinê, di yek ji hevpeyivînên xwe yên ewil de got ku ew refên artêşê nizane.

Her wiha hat rexnekirin ku Wezîrê Parastinê Lambrecht kurê xwe bi helîkoptera artêşê biriye serdana leşkeran û wêneyê kurê xwe li ser medyaya civakî parve kiriye. Lambrecht û kurê wê piştî serdanê di betlaneyê de bûn.

Herî dawî jî Lambrecht ku di şeva sersalê de li ser medyaya civakî di nav fîşekên hewayî de peyama sersalê parve kir bû sedema rexneyan û partiyên muxalefetê jî daxwaza îstifakirina wê kiribûn.