4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mûsa Pîroglû: Tecrîd şer dijwartir dike

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû destnîşan kir ku tecrîdê şerê li dijî kurdan dijwartir dike û xwest her kes li dijî tecrîd û şer mil bide hev.  

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de li ber Deriyê Meclisê yê Dîkmenê berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Zeynel Ozen, Feleknas Ûca, Kemal Pekoz, Mûsa Pîroglû, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dêrsim Dag, Celadet Gaydali nobeda îro girtin û dowîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hildan.

‘Navnîşana çareseriyê Îmralî ye’

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku di navbera polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê û nêzîkatiya hikûmetê ya li pirsgirêka kurd têkiliyek rasteqîn heye û ev tişt gotin: “Girankirina tecrîdê tê maneya ku şer û neçareserî kûr dibe. Her kes jî û hikûmet jî viya dizane. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd Îmrali ye. Tecrîdkirina birêz Ocalan, tê wê maneyê ku hikûmet ji çareseriyê direve û şer dijwartir dike. Girankirina tecrîdê û kûrkirina şer rê li ber zilmê û zextan vedike. Dijderketina tecrîdê xwedîderketina demokrasî û azadiyê ye. Êdî dem ew dem e ku her kes li kêleka gelê kurd cih bigire. Em her kesî vedixwînin ku li dijî polîtîkaya tecrîdê û şer rabe û li dijî siyaseta tirsonek û neçareseriyê li kêleka demokrasî û azadiyê mil bide milê hev û cih bigire.”