17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hewlêr namîne wek caran’

Hewlêr bi navekî din Arbil-Arbela di dîroka kurdan de cihekî girîng digire. Kevnariya dîroka wê digihîje hezar sal berê. Lê weke nav yekem car di çavkaniyên sumeran de derbas dibe.

Piştre di çavakaniyên akad û asûran de jî derbas dibe. Yanî yek ji bajarên herî kevnar ê kurdan e. Ji ber vê kevnariya xwe rista wê jî girîng e. Gelek caran bûye cihekî navendî. Îro jî risteke grîng dilîze lê ji aliyê neyînî ve.

Hewlêr 40 salên dawî bûye navenda PDK’ê. PDK ji bo Hewlêrê ji YNK’ê bistîne bangewazî li artêşa Saddam kir. Li ser vexwendina serokê PDK’ê Mesûd Barzanî artêşa Iraqê tevî çekên giran bi 30 hezar leşkerî di 31’ê tebaxa 1996’an kete Hewlêrê. Di encama şerê qewimî de derdora 450 pêşmergeyên YNK’ê şehîd bûn. Saddam di komkujiya Enfalê de 182 hezar kurd qetil kiribûn û Barzanî ji bo ku li dijî YNK’ê şer bike jê alîkarî dixwest. Sedamê ku li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar anîbûn ji bo Mesûd Barzanî û PDK’ê bûbû rêya xelasiyê.

Her wiha di 16’ê gulana 1997’an de PDK’ê bi hevkariya dewleta tirk 83 şoreşgerên kurd qetil kirin. Gelek ji wan birîndar bûn û di nexweşxaneyê de tedawî dibûn. Lê hêzên PDK’ê nexweş pêşî dane ber guleyan û piştre ji qatên jor di şibakeyan de avêtin xwarê. Dîmenên vê komkujiyê hê jî di bîra mirovan de weke kulekê dimînin. Bûyera wê demê weke Komkujiya Hewlêrê hat binavkirin.

Di navberê de bi dehan sal derbas bûn lê rista Hewlêrê neguherî. Di salên dawî de Hewlêr bûye yek ji navendên têkoşîna dijberî gelê kurd. Bi her awayî dijberiya deskeftî û azadiya gelê kurd dike. Bi koordinasyona ji vir bi dehan pêşeng û şoreşgerên kurd hatin qetilkirin. Ev jî ne bes e çapemeniya vir bi zimanekî şerê taybet roleke pir xerab dilîze. Rêveberiya li vir li cîhanê giliyê tevgera azadiyê dike. Hemû derfetên xwe ji bo hêzên dijberî kurdan xerc dikin.

Di van salên dawî de bi hevkariya îstîxbarî gelek şoreşger û welatparêz an hatin girtin an jî hatin qetilkirin. Lewma kurdên ku xwe li Hewlêrê di ewlehiyê de hîs nedikirin berê xwe dan bajarê Silêmaniyê. Lê mixabin PDK’ê dest avête vir jî. Di nav salekê de êrîşên sûîqestê li pênc welatparêz û pêşengên gelê kurd hatin kirin. Ji bilî Ferhad çaran jiyana xwe ji dest dan. Tişta balkêş jî ew e ku kujerê kurdan her carê berê xwe didan Hewlêrê. Dema digihîştin Hewlêrê rizgar dibûn. Ew Hewlêra ku fermana darvekirinê li zarokên gelê kurd ên ku rayedarê MÎT’ê kuştin birî, ji dijminên kurd re bûye stargeh.

Di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin; Nagihan Akarsel. Nagihan a ku jiyana xwe tevahî ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd û jina kurd bihûrandibû bi deh guleyan hate qetilkirin. Ev bûyer jî li Silêmaniyê, li yek bajarên herî mezin ê kurdan pêk hat. Li Kurdistana ku qaşo xweser e pêk hat. Li wî bajarê ku bi xwîna hezaran kurdan hatiye avakirin jineke kurd bi hevkariya Hewlêrê hate qetilkirin. Roja ku Nagihan hat qetilkirin misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Hewlêrê bû û piştî girtina kujeran bi dehan balafiran derdora Silêmaniyê bomberan kir.

Kujerên Nagihan dema dixwestin derbasî Hewlêrê bibin hatin girtin. Kujer hatin girtin lê çi feyde. Kurdan şoreşgerek, akademîsyenek, rewşenbîreke xwe winda kir. Yên ku Nagihan nas dikin wê bi nazenîn, zanebûn û pisporiya wê pênase dikin. Li her derê welat xebatên çapemenî û têkoşîna azadiya jina kurd meşand. Li Reqqayê cîhanê ji bûyeran agahdar kir. Li Rojava şahidiya şoreşa gel kir. Pêşengiya têkoşîna rojnamegerî û zanista jina kurd kir. Jixwe herî dawî jî di akademiya jîneolojiyê de dixebitî. Xebata wê ya herî dawî jî bi berhevkirina pirtûkan çêkirina pirtûkxaneyeke mezin bû. Wê pirtûk berhev dikirin lê ew bixwe pirtûka herî mezin bû.

Li ser Hewlêr û rêveberiya Başûr gelek nirxandin hatine kirin. Yek ji van nirxandinan jî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya dawîn de rola Başûr xal bi xal wiha rêz dike: “A yekemîn; kurdên Iraqê ji bo erebên Iraqê di bin kontrolê de bigirin hatine yedekirin. A duyemîn; di nakokiya navbera Îran-Iraqê de amûra herî baş a kêrhatî ye. A seyemîn; ji bo kontrolkirina Komara Tirkiyeyê hatine yedekirin. A çaremîn; ji bo Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên hegomonîk ve were kontrolkirin amûra herî kêrhatî ye. A pêncemîn; weke baregeha bîngehîn a ji bo kontrolkirin û bêrovajîkirina hemû potansiyela şoreşgeriya kurd û Kurdistanê tê bikaranîn. A şeşemîn; dewlemendiya çavkaniyên binerdî, av û bedewiya erdnîgariya kurdistanê bi hêsanî tê îstîsmarkirin.

Polîtîkayên ku rêveberiya Kurdistana Federe dimeşîne van dahûrandinan hemûyan piştrast dikin. Li Rojava bi ser ENKS’ê re dixwaze şoreşê bi çilmîsîne û radestî Tirkiyeyê bike. Hêzên hegomonîk dewletbûna vir her tim li dijî her çar (bi taybetî li dijî Tirkiye û Iraqê) dewletan weke gef bi kar tînin. Rêveberiya vir bi hevkariya Îran û Tirkiyeyê re zirara herî mezin dide şoreşger û tevgerên kurdan. YNK kurdên Rojhilat radestî Tirkiyê dike, PDK jî kurdên Bakur radestî Tirkiyeyê dike. Aliyek çavkaniyan peşkeşî Îranê dike aliyek jî peşkeşî Tirkiyê dike. Piştre jî behsa azadî û serxwebûna başûrê Kurdistanê dikin. Ew Kurdistana ku nikare jiyana kurdan biparêze, ew Kurdistana ku bûye stargeha dijiman tu carî ne ya kurdan e.

Piştî komkujiya Hewlêrê Şehîd Hozan Serhad ev stran gotibû:

“Hewlêr, lorîka dayikan

Hewlêr, qîrîna zarokan

Hewlêr, kilê çavên bûkan

Hewlêr, bi xwîna şehîdan

Te navê xwe kir berxwedan

Hewlêr, Hewlêr

Agirê serhildan e, qelayê berxwedan e

Hêlîna şehîdan e, Hewlêr

(…)

Hewlêr, namîne wek caran

Wê bibe gora xayinan

Bi xwîna Hêlîn û Salihan

Geş dibin çîçek û sorgulan”

Weke Hozan Serhad jî gotiye; Hewlêr namîne wek caran, wê bibe gora xayînan bi xwîna Nagihan, Zekî, Şukrî û Mamoste Şemalan…

*Ji strana Şehîd Hozan Serhad