spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên bi destê xayînan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Endama Navenda Lêkolînên Jînelojiyê, çalakvana jin, akademîsyen û edîtora Kovara Jîneolojiyê Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê bû hedefa reşkujiyekê. Jina têkoşer û pêşenga têkoşîna azadiya jinê, li taxa Baxtiyar a Silêmaniyê li ber mala xwe bi êrîşeke çekdarî re rû bi rû ma. Di encama vê êrîşa hovane de Nagihan Akarsel şehîd bû.

Nagihan Akarsel ji bajarê Tirkiyê Konyayê ye. Salên dirêj li bakûrê Kurdistanê xebatên rojnamegeriyê kir. Bi vîneke mezin li pey doza heqîqetê têkoşiya û îmzeya xwe daniye bin gelek lêkolînên ji bo azadiya jinan.

Hêzên mêtinger li Kurdistanê ji bo vîna jina azad pêş nekeve û veneguhere hêza têkoşînê çi ji destê wan tê dikin. Di çarçoveya vê konseptê de jina têkoşer Nagihan Akarsel jî weke hemû rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê bi zext û êrîşên dewleta dagirker a tirk re rû bi rû dima. Qedexekirin, girtin, îşkence û heta kuştin jî di nav de li dijî jinên têkoşer serî li her rê û rêbazên qirêj didin.

Nagihan Akarsel li dijî van zextan di xeta azadiya jinê de israr kir û dev ji têkoşîna xwe berneda. Ev çend sal bûn, li Silêmaniyê li Navenda Akademiya Jîneolojiyê ya başûrê Kurdistanê di nava têkoşînek fikrî de bû. Lê dewleta tirk ku êdî li her deverê kurdan dike hedef vê carê bi destê hevkar û sîxûrên xwe yên li başûrê Kurdistanê li dijî Nagihan di nava reşkujiyê de bû.

Rejîma AKP-MHP’ê ku qetilkirina jina û têkoşeran ji xwe re kiriye armanca sereke li her derê êrîşî wan dike. Divê em baş bizanibin ku ev ne êrişa pêşî ya li dijî nûner, pêşeng û welatparêzên kurd e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê li dijî pêşeng û têkoşerên gelê kurd di nava êrîşên qirêj de ne. Ev êrîş di 9’ê çileya 2013’an de li navenda Ewropa Parîsê li dijî sê jinên tekoşer dest pê kir û belavî her derî bû.

Di van du salên dawî de li başûrê Kurdistanê şeş sûîqestên bi vî rengî pêk hatin. Di 16’ê îlona 2021’an de Ferhad Bariş Kondu yê ji bakûrê Kurdisatanê bi êrîşeke çekdar bi giranî birîndar bû. Di 17’ê îlona heman salê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût bi nasnav Şukrî Serhed ku hatibû bajarê Silêmaniyê hatibû kuştin. Di 17’ê gulana 2022’yan de welatparêzê kurd Zekî Çelebî li heman deverê bû hedefa êrîşeke çekdarî û şehîd bû. Di 17’ê hezîranê de jî Rêveberê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûrî Ferhad Şîblî bi 3 hevalên xwe re bû hedefa êrîşa dagirkeriya tirk û şehîd bû. Di 28’ê tebaxê de Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz ku civak wî weke Mamoste Şemal nas dikir, li bajarokê Kifrî hat kuştin. Di 29’ê hezîranê de welatparêz Ebûzêd Dêrhînê yê bavê 4 zarokan li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî di êrişa dagirkeriya tirk de şehîd bû. Herî dawî di 4’ê cotmehê de Rojnamevan û Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê Nagihan Akarsal li navenda Silêmaniyê bi êrîşeke çekdarî hat kuştin.

Ji ber ku ev êrîş li dijî kurdan pêk tên hêzên navneteweyî jî bêdeng in. Ji aliyê din ve ev tê wê wateya ku ger tu kurd bî kes êşên te nabîne. Civak ango hêzên navneteweyî êşên te nabînin û ne pêkan e ku ji bo azadiya te têbikoşin jî. Lewma li şûna bendewariya ji hêzên navneteweyî divê mirov bi xwe têkeva nava têkoşînekê û azadiya xwe bi dest bixe. Di vê çarçove de serhildanên li rojhilatê Kurdistanê pêş dikevin îlham û coşek mezin didin mirov. Lê li başûrê Kurdistanê rewş cûda ye. Li vê herêmê xeta îxanetê pir kur û şax daye.

Divê bê zanîn ku yê li dijî kurdan van êrîşên qirêj organîze dike Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan e. Di serî de li rojava û başûrê Kurdistanê bi rê û rêbazên qirêj sîxurtiyê bi pêş dixe. Eniya Tirkmenan weke çeteyên dewleta tirk ên li Kerkûk, Başûr û Iraqê tev digerin.

Tişta balkêş roja ku êrîş li jina têkoşer Nagihan Akarsel hat kirin Serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan li Hewlêrê çû serdana baregeha Eniya Tirkmenan. Eniya Tirkmenan li başûrê Kurdistanê û Iraqê wek çeteyên dewleta tirk a dagirker tevdigere. Serokê Eniya Tirkmenan Hasan Turan ku bi nêzîkatiya xwe ya bi dewleta tirk re tên naskirin vê serdana şefê MÎT’ê di çarçoveya xebatên hevbeş de nirxand. Gelo MÎT’a tirk li başûrê Kurditanê bi eniya Tirkmenan re çi xebatên hevbeş dide meşandin ku serokê wê bi van xebatên wisa şanaz e? Bêguman divê bersiva vê pirsê Rêvebiriya Hikûmeta Kurdistanê bide. Lê ji ber ku ew jî di nava vê tifaqa qirêj de ye nikare bersiva vê pirsê bide.

Li dijî van êrîşên qirkirinê û xiyanetê helwesta gelê kurd pir zalal e. Divê baş bê zanîn ku asta têkoşîna gelê kurd edî nêzî azadiyê bûye. Di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li seranserê welat gelê kurd bi vê hişmendiyê li dijî hêzên mêtînger li qadan bû. Di van çalakiyên protestoyî de bi yek dengî hêzên komploger û êrîşên qirkerinê yên li dijî pêşeng û têkoşerên gelê kurd hatin protestokirin. Li dijî êrişên li ser gelê kurd û pêşengên wê pêk tên, bersiva herî xurt û asta biryardariya gel bû. Divê êdî dengê vî gelê mazlûm bê bihîstin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê