17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hin zimannasên kurd me lal dikin

Ji bo xwedê hûn me di halê me de bihêlin, xwedê ji we razî be. Jixwe hejmara kesên ku bi kurdî dizanin bixwînin û binivîsin, hejmara nivîskarên kurd, mamosteyên zimanê kurdî û rojnamegerên kurdî derbas nake. Kesên ku bi kurdî dizanin bixwînin û binivîsin û heta niha nebûne nivîskar, hejmara wan ya li hemû bakurê Kurdistanê çend hezaran derbas nake.

Îca gelî zimanzan û zimannasên kurd ez di bextê we de me lêkolîn û xebatên xwe yên akademîk ji xwe re bikin pirtûk û heke hewcedarî bi wan lêkolînên we hebe jixwe kesên bixwazin wê xwe bigihînin wan berhemên we. Ne ku hûn, her demekê li ser medyaya dijîtal gotinekê bavêjin nava gel û serê wan tevlihev bikin û tiştên ku bi zor û heft beleyan hîn bûne jî serobino bibin.

Ji xwe wekî me got hejmara kesên bi kurdî dixwînin û dinivîsin gelekî kêm e. Ma qey çavên we lê ye ku hûn van kesan jî ji zimanê kurdî sar bikin. Her demekê hûn ê gotinekê bînin û serê me pê tevlihev bikin. Carekê hûn ê bêjin pêşeroj, paşeroj e û paşeroj pêşeroj e. Carekê hûn ê bêjin ‘ne De ye Da ye û ne Re ye Ra ye û carekê hûn ê bêjin ne şîrove ye şirove ye.

Hema bi qesem navê xwedê esil û feslê şîrove çi be jî ji şirove xweştir e. Salan e ev gotin tê bikaranîn û êdî di ziman de cihê xwe girtiye. Lewre jî şîrove bi mirov xweştir tê.

Malneketino welehî dema ez dibêjim şirove, şirîna baranê, şirka avê û şireşireke ecêb tê bîra min. Îca heyrana çavên we, serê xelkê bi van lêkolînên xwe yên hêja neêşînin. Wan lêkolînên xwe ji bo dibistan û zanîngehên (pêşe,paşe- rojê) ango, siberojê re bihêlin.

Wekî mînak beriya ku ev meseleya li şûna de û re (da û ra) were bikaranîn derkeve, hema bêje her kesî di nivîsên xwe de (de û re) bikar dianî. Lê niha em dibînin ku hin kes li şûna wan da û ra bikar tînin û bi vê yekê tevlihevî çêdibe, li şûna zimanekî hevbeş du şêweyên rastnivîsê derdikevin holê.

Ji bo bêtir were fêmkirin ez vê mînakê bidin; Bi salan gotina (pêşeroj) ji bo rojên li pêşiya me yên ku hê nehatine, dihate bikaranîn. Paşeroj jî ji bo rojên derbasbûyî yên li paş me mane dihate bikaranîn. Camêrekî beriya çend salan got ev herdu gotin şaş tên gotin ya rast ew e ku cihê herdu gotinan bi hev werin guhetin.

Yanî pêşeroj (Ji bo rojên hê li pêşiya me ne) wiha jî paşeroja me bû pêşeroj. Her wiha paşeroj jî (ji bo rojên li paş vê rojê tên) ango li şûna pêşeroja me were bikaranîn.

Îca pêşeroj bû paşeroj û paşeroj jî bû pêşeroj.

Piştre hinekan pêşeroj û paşeroj wekî berê bikaranîn û hinekan jî bi ya vî camêrî kir û şûna wan guhert yanî (pêşeroj kir paşeroj û paşeroj kir pêşeroj).

Niha piştî vê tevliheviyê dema ku mirovek di nivîsa xwe de behsa pêşerojê bike ez ê çawa zanibim ew li gorî kîjanê diçe û ew behsa pêşerojê (siberojê) dike yan jî paşerojê dike.

Ev jî bi xwe re tevliheviyeke mezin tîne û serê xwendevan û nivîskarên kurd tevlihev dike. Ez bi xwe ji bo ji vê meseleyê birevim siberojê bikar tînim. Yanî min yek çareser kir ma yek.

Îca ez qurbana pêşeroj û paşeroja we bim, hûn bela xwe ji me vekin û serê me tevlihev nekin. Bi kurtî wekî ku tê gotin li şûna hûn kil bikin, hûn kor dikin.